'Tirkiye tenê di xwnên xwe de dikare axa me dagir bike'

  • 09:03 18 Mijdar 2018
  • Rojane
Îlham Eloso
 
KOBANÊ - Diyikên Kobanê ku cihê xwe di nava HPC'ê girtine derbarê êrîşên dewleta tirk li ser rojavayê Kurdistanê diyar kirin ku dewleta tirk a ne xwediya axa Rojava ye bila dest ji axa me berde û dewleta tirk tenê dikare di xewnên xwe de bê ser axa Kobanê û dagir bike.  
 
Artêşa tirk li dijî gundên li ser sînorên di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de her roj çend saetan êrîşên bi çekan li dijî gel pêk tîne.  Ev êrîşên ku tên kirin ji destpêka meha mijdarê ve zîdetir bûne. Êrîşa herî dawî ku hat kirin jî ya di encamê de zaroka bi navê Sara jiyana xwe ji dest daye ye. Her wiha gundên Kobanê gelek caran ji aliyê dewleta tirk ve hedef hatin girtin girtin û gelek mal jî hatin hilweşandin. Ev êrîş rastî bertekên hemû pêkhatiyên Rojava hatin û hemû li dijî  van êrîşan di nava çalakiyan de ne.  Dayikên ku cihê xwe di nava Hêza Parastina Civakî (HPC) digirin jî bertek nîşanî van êrîşan dan û gotin ku dewleta tirk tenê dikare di xwenên xwe de were ser Axa Kobanê  û dagir bike. 
 
Niharin Kobanê dagir bikin
 
Ji van jinên ku cihê xwe di nava HDPC'ê de  girtine yek jê jî Sefa Ebdullah e. Sefa ya ku bertek nîşanî êrîşên Tirkiyeyê da wîha got: "  Em weke Hêzên Parastina Civakê gelê xwe diparêzin. Di her çalakiyê de em ameden e. Em bi fikir û felsefeya Rêber Apo li ber xwe didin.  Ji ber vê jî tu carî em gelê kurd hev bi tenê nahêlin û em ê piştgirên hev bin. Ji ber ku me bi hezaran şehîd li ser vê axê dane. Em ê  çawa vê erdnîgariyê  ji dewleta tirk a dagirker re bihêlin û em ê çawa bihêlin ku êrîşî me bike. Dewleta tirk a dagirker îro carek din Kobanê hedef digire. Lê nikare tişkî bike ji ber ku em hemû jinên kurd li hemberî têkoşînê didin.”
 
Afaf şeran jî ku di Asayişê de ji bo paristina gel dixebite wiha got: “ Dewleta Tirk a dagirker nefikire ku bi êrîşan wî wê gel ji malên xwe û ser axa xwe dernekeve. Jina ku di nava hêzên leşkerî de cihê xwe girtine wê li ber tang û topên wê heta dawiyê li ber xwe bidin û nehêlin ku bê ser axa wan. “
 
'Em tucarî Erdogan qebûl nakin li ser axa xwe'
 
Dayka bi navê Bedîa Hemî jî anî ziman ku ew êrîşên dewleta tirk qebûl nake û wiha dirêjî da axaftina xwe :” Ax, axa kurdan e gel, Gelê  Kurd e, çi karê dewleta tirk li rojava heye. Ji xwe komkujiyên wan ên li Efrînê ku kirin û hîn jî berdewam dikin nayên ji bîrkirin. Tirkiye dijminê me ye. Ji bo vê jî em wê tu carî li ser axa xwe qebûl nakirin."