'Bi rihê çalakiya Leyla Guven em starta 25'ê Mijdarê didin'

  • 15:51 17 Mijdar 2018
  • Rojane
ŞIRNEX - Jinên HDP'yî, ku çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û parlamentera Colemêrgê ya HDP'ê Leyla Guven ku 10 roj in berdewam dike silav kirin, diyar kirin ku wan bi rûhê vê têkoşînê starta çalakiyên 25'ê Mijdarê daye.
 
Ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civakên Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku ev 10 roj e berdewam dike li 5 bajaran çalakiya piştevaniyê ya greva birçîbûnê hat lidarxisitn û li hin bajaran jî çalakyên piştevaniyê yên cur bi cûr tên lidarxistin.
 
Ji van bajarên ku çalakiyên piştevaniyê tên lidarxistin yek jê jî Şirnex e. Jinên HDP'yî û DBP'yî derbarê mijarê de daxuyanî dan.  Di daxuyaniya ku li avahiya HPD'ê ya Cizîrê hat dayîn de, hat diyarkirin ku stara çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Cîhanê dane.  Hevşaredara Kumçatiyê  Berîvan Kutlu ku daxuyanî xwend wiha got: "Li ser birêz Abdullah Oclan bi salan e ku tecrîdeke giran ya nayê qebûlkirin heye. Em jin û Gelê Kurd vê tecrîdê qebûl nakirin. Em çalakiya parlamenter a Leyla Guven ku vê tecrîdê qebûl nake silav dikin.  Em jinên Botanê heta dawî piştevanên çalakiya Leyla Guven a di girtîgehê de ne."
 
'Me tu carî serî netewand û em natewînin'
 
Bêrîvan di berdewamiya çalakiya xwe de diyar kir ku wan bi ruhê çalakya Leyla Guven starta Çalakyên 25'ê Mijdarê dane û wiha dawî li axafitina xwe anî: "Me jinên kurd li tu derê li dijî tu kesî serî netewandiye û em natewînin.  Dibe ku Leya Guven rehîn hatibe girtin lê li derve bi milyonan jin piştevanên wê ne."