'Tecrîda li ser Rêber Apo, hewldana têkbirina fikrên azad in'

  • 09:09 14 Mijdar 2018
  • Rojane
Ferîda Zadeh
 
ŞEHBA - Jinên Ereb ên li Şehbayê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin:"Tu hêz nikare me ji Rêberê me qut bike. Dixwazin bi tecrîdê îradeya gelê azadîxwaz têk bibin, lê berxwedana me dê heta dawî bidome." 
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan herî dawî di 11'ê îlona 2016'an de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin kir û ji wê rojê şûnde agahî jê nehat girtin. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha bi parêzeran re, ji 5'ê Nîsana 2015'an heta niha jî bi heyeta Îmraliyê re nikare hevdîtinan pêk bîne. Têkildarî mijarê de jinên Ereb ên li Şehbayê dan zanîn ku tecrîd tu pirsgirêkan çareser nake û wiha gotin:"Tecrîda li ser Rêber Apo, hewldana têkbirina fikrên azad in. Em ê her ji bo parastina fikrên xwe yên azad di nava hewldanê de bin."
 
'Ew ê nikaribin koletiyê li ser me ferz bikin'
 
Hevseroka Komîna Kefer Naya,  Xisûn Hac tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wiha nirxand:"Di rêya felsefeya Rêber Apo de me azadî û ronahî nas kir. Me li dijî zihniyeta ku jinê diçewisîne şer kir. Ev yek bi saya Rêberê me ye. Em ê li ser nêrînên bi hêz ên Rêber Apo xwe bi rêxistin bikin û çalakiyên xwe bidomînin. Yên ku Rêber Apo dîl digirin, ew ê nikaribin koletiyê li ser me ferz bikin."
 
'Çi ji destên me bê em ê bikin'
 
Emîra Muhemmed bi lêv kir ku girtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ne tevgerek rast e û wiha got:"Divê ev bêhiqûqiya li ser Rêber Apo demildest bi dawî bê. Ji bo bi dawî bê çi ji destên me bê em ê bikin."
 
'Tecrîda li ser Rêber Apo, hewldana têkbirina fikrên azad in'
 
Her wiha jina bi navê Emîra Muhemmed anî ziman ku ew tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tu carî qebûl nakin û wiha got:"Rêber Apo her dem mafê jinê û hemû mirovan parastiye. Em ê heta dawî ji bo azadiya wî di nava tevgerê de bin. Tu hêz nikare me ji Rêberê me qut bike. Dixwazin bi tecrîdê îradeya gelê azadîxwaz têk bibin, lê berxwedana me dê heta dawî bidome.Tecrîda li ser Rêber Apo, hewldana têkbirina fikrên azad in. Em ê her ji bo parastina fikrên xwe yên azad di nava hewldanê de bin."