Jinên Ereb: Dewleta Tirk naxwaze Sûriye aram bibe

  • 09:07 14 Mijdar 2018
  • Rojane
Ferîda Zadeh
 
ŞEHBA - Jinên Ereb ên li Kantona Şehbayê bi cih bûne bertek nîşanî êrîşên dewleta tirk ên li ser Sûriyeyê dan û gotin:"Dewleta Tirk naxwaze Sûriye aram bibe. Armanca dewleta tirk ew e ku aloziya di nav Sûriyeyê de gurtir bibe."
 
Derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Sûriyeyê jinên Ereb diyar kirin ku ew ê her li dijî êrîşan li berxwe bidin û wiha gotin:"Dewleta tirk ji fikir û felsefeya Rêber Apo ditirsin çimkî ew her dem fikrên azad û ji civakê re xizmetê dike diparêze. Loma her ku diçe êrîşên xwe zêdetir dikin. Lê em ê bi fikir û felsefeya Rêber Apo her dem li berxwe bidin."
 
'Em aştî û azadiyê dixwazin'
 
Rifa Ehmed wiha got:"Dewletên wekî Rûsya û Tirkiye yên ku dibêjin em ji bo aramiya gelên li Sûriyeyê hewl didin ne samîmî ne. Çimkî ew her dem komkujiyan pêk tînin. Di bin navê demokrasiya derewan de êrîşî gel dikin. Loma em ê jî heta dawiyê li dijî van kiryaranan derkevin. Em aştî û azadiyê dixwazin. Lê dewletên wekî Tirkiye û Rûsya tenê berjewendiyên xwe difikirin."
 
'Dewleta Tirk naxwaze Sûriye aram bibe'
 
Her wiha jina bi navê Esma Ebdu jî anî ziman ku ji bo aramiya gelan divê tenê siyaseta berjewendiyê neyê kirin û wiha got:"Dema em lê dinêrin hemû dewlet tenê berjewendiyên xwe difikirin. Kesek li dijî neheqiyê nasekine. Ev jî gelek şaş e. 
Dewleta Tirk naxwaze Sûriye aram bibe. Armanca dewleta tirk ew e ku aloziya di nav Sûriyeyê de gurtir bibe. Dewleta tirk ji fikir û felsefeya Rêber Apo ditirsin çimkî ew her dem fikrên azad û ji civakê re xizmetê dike diparêze. Loma her ku diçe êrîşên xwe zêdetir dikin. Lê em ê bi fikir û felsefeya Rêber Apo her dem li berxwe bidin."