ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2018'AN

  • 09:00 14 Mijdar 2018
  • Rojev
*Jina bi navê Zerga Muhemed bi motîvên neqişandinê ku heta roja îro bi saya keda destên jinê gihaştiye nifşên nû, çanda xwe diparêze. Zergaya ku bi dildarî çanda xwe diparêze dibêje:"Parastina çandê ji bo min rûmet e. Niha ez hînî zarokên xwe jî dikim da ku ew jî bigihêjin nifşên din." DÎMEN HEYE
 
*Endama Komîteya Têkiliyan a PYD'ê Cengîn Hesen derbarê pêvajoya dawî ya li Rojava anî ziman ku hemû hêzên desthilatdar tenê ji bo berjewendiyên xwe siyasetê dikin û êrîşî gelê Kurd û axa gelê Kurd dike û got:"Divê hemû cîhan li dijî êrîşên li ser gelê Kurd derkeve. Divê hemû cîhan erka mirovahiyê bi cih bîne."DÎMEN HEYE
 
*Jinên Ereb ên li Kantona Şehbayê bi cih bûne bertek nîşanî êrîşên dewleta tirk ên li ser Sûriyeyê dan û gotin:"Dewleta Tirk naxwaze Sûriye aram bibe. Armanca dewleta tirk ew e ku aloziya di nav Sûriyeyê de gurtir bibe."DÎMEN HEYE
 
*Jinên Ereb ên li Şehbayê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin:"Tu hêz nikare me ji Rêberê me qut bike. Dixwazin bi tecrîdê îradeya gelê azadîxwaz têk bibin, lê berxwedana me dê heta dawî bidome." 
DÎMEN HEYE
 
*Li gorî rapora KCDP’ê ji meha Çileya 2018’an heta meha mijdarê ji 64 dozên der barê sûcên li hemberî jinan de 35 heb bi encam bûne. Ji bo 10 dozan ji bo mêrên gumanbar ‘daxistina tahrîkê’ pêk hat. Nûnera KCDP’ê Gulsum Kav diyar kir ku ‘tahrîka bêmaf’ zayendperestiya di darazê de nîşan dide.
 
*Dîlek Ozîster ji aliyê mêrê bi navê Nîhat Ozîster ve hatibû qetilkirin. Dayika Dîlekê, Ayten Ozîster ku 3 sale ji bo kujer cezayê herî giran bigire têdikoşe, bertek nîşanî pêkanîna daxistina ‘rewşa baş’ a dadgehê da û got dewletê Dîlek neparast. Aytenê peyama têkoşînê ya li dijî şîdetê ya 25’ê Mijdarê de da.DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka Giştî ya SES’ê Gonul Erden, diyar kir ku pêşnûmeya qanûnê ya wek ‘mizginî’ ji bo kedkarên tenduristiyê hatiye pêşkêşkirin, her xala wê dij hiqûqê ye û wiha got: “Tevî ku dibêjin pêşnûmeya şîdetê ya di tenduristiyê de jî, derket holê ku pêşnûme bixwe şîdet e. Xebata kaçax li hekîman ferz dikin. Desthilatdarî li welatiyên xwe xebatê qedexe dike û sûc dike.”DÎMEN HEYE
 
*Ji ber şert û mercên jiyanê nexweşiya diyabetê zêde bûye û di vê nexweşiyê jiyanek bi tevger rolek mezin dilîze. Pispora Diyet û Xwedîbûnê Ozden Okrçu bi wesîleya 14’ê Mijdarê Roja Diyabetê ya Cîhanê agahiyên girîng parve kir.
 
*Îdianameya der barê rojnameger Kîbriye Evren ku girtiye, temam bû. Faliyet û parvekirinên li ser medya civakî yên Kîbiriyeyê sûc hatin hesibandin û Kîbriye di 6’ê Kanûnê de derdikeve pêşberî dadger.