Sîsê Bîngol: Berî ku bimirim dixwazim ji vir derkevim

  • 15:31 13 Mijdar 2018
  • Rojane
MÊRSÎN - Sîsê Bîngol a Nexweşa giran ku girtî ye, di hevdîtina ku li girtîgehê bi keça xwe re kir de wiha got: "Berî ku bimirim min ji vir derxînin, dixwazim biçim gundê xwe."
 
Xeteriya jiyanê ya Sîsê Bîngol û derbarê wê de 4 sal û 2 meh ceza hat birîn û di Girtîgeha Tarsusê ya Tîpa T. de dimîne berdewma dike. Sîsê Bîngol di 2'yê Mijdarê de hem ji bo kontrola tendirustiyê û hem jî bo ku rapora bê ka rewşa wê destûrê dide li girtîgehê bimîne an nemîne  bê derxistin sewkî Nexweşxaneya Tipê ya Zanîngeha Mêrsînê hatibû kirin.  Sîsê ya ku 8 rojan li nexweşxaneyê hat dermankirin li gel ku rewşa tendirûstiya wê nebaş bû jî roja borî hat taburcîkirin û şandin girtîgehê. Herwiah serdana keça Sîsê ya Hasbîke ku xwestibû li nexweşxaneyê li dayika xwe binêre jî hatibû redkirin.
 
Sîsê ya ku di hevdîtina heftane de bi keça xwe re hevdîtin kir ji bo hemû kesên ku piştgirî danê spas kir û wiha got, "Berî ku bimirim min vir derxînin. Ez dixwazim biçim gundê xwe." Keça Sîsê Hesbîke jî wiha got: "Tehlîla xwînê ya dayika min nehatiye kirin ji ber ku dayika min gelek bê hal bûye.  Ji bo raporê min ji dayika xwe re gotibû ku tahlîla xwîna xwe bistîne. Ew ji hevalên xwe yên girtîgehê hêzê digire. Hevalê wê hemû pêdiviyên wê tînin cih. Dayika min banga hestiyariyê li raya giştî kir û dixwaze ku demek berî demekê derkeve."