Kongira Star a Kobanê bernameya xwe ya 25’ê Mijdarê eşkera kir
- 13:52 13 Mijdar 2018
- Rojane
KOBANÊ- Rêxstina Kongira Star a Kobanê bi munasebeta 25’ê Mijdarê roja têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinê bi daxuyaniyekê bernameya xwe ji çapemeniyê re eşkara kir.
Kngereya Star tevlbûna bi dehan endamên jinên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Kevana Zêrîn, Rêxstina Sara, Meclîsa Jinên Sûriyeyê, Saziya Malbatên Şehîdan, meclîs, komîn û Mala Jin li qada jina azad, bi daxuyaniyekê bernameya xwe ya çalakiyên ji bo Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê aşkera kir. Daxuyanî ji aliyê endama Rêveberiya Kongireya Star ya herêma Firatê Madlîn Şêx Xidir ve hat xwendin.
Daxuyaniya Kongreya Star wiha ye:
"Li ser navê Kongra Star ya herêma Firatê, li dijî tundiya ku li ser jinê tê meşandin, di heman demê de berdewamiya hemleya azadiya Rêber Apo û piştgirya Efrînê, herî dawî jî êrîşên dewleta Tirk yên li ser rojavayê Kurdistanê tên kirin, yên ku di encamê de sivîl û zarok tên hedef giritin me dest bi hemleya têkoşîna li dijî tundî û tecrîdê kiriye. Her wiha roja Têkoşîna bi Tundiya li ser Jinê ya Navneteweyî, ew roja ku her sê xwişkên Mêrabal bi destên kesên ne nas û bi ferman ji hikumeta desthilat û zaynedperest Domînîk ve di sala 1960’î de tên qetil kirin e. Em jî weke jinên têkoşer vê yekê bi tundî şermezar dikin. Em têkoşîna ji wê rojê ve bi hemû rengên berxwedanê heta roja me ya îro tê berdewam kirin ku di encamê de bi hezaran jinên leheng yên weke Klara Zetkîn, Bêrîtan, Viyan, Arîn û herî dawî jî volkana ku weke atomekê xwe di nava dijmin de teqand, Avêsta Xabûr û bi hezaran jinên din yên ku li ber xwe dan canê xwe feda kirine, berdewam dike silva dikin.
Jina ku di destpêka dîrokê de desthilatdar bû ku bi fêlbaziyên mezin ên mêr desthilatdariya wê ji destên wê hate gitin. Lê ji ber ku hebûna jinê bi xwezayê re yeke, tovekê heyî hete avdan û şoreşa jinê vejîn bû û bi saya felsefeya rêber Apo ji tarîbûnê derket. lewra em weke şopdarên felsefeya rêber Apo li ser riya têkoşîn û pêkanîna birdioziya wî em ê bi findên ku pê bixin riya azadiyê bi nirxên rêber Apo ronî bikin.
Bernameya Kongreya Star a di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de wiha ye:
-14’ê Mijdarê wê li her derê broşurên li dijî tundiyê bên belavkirin,
-16’ê Mijdarê hemleya semîneran dest pê dike,
-17’ê Mijdarê komkirina îmzeyan ji bo rêber Apo,
-18’ê Mijdarê li gundê El-Pelûrê wê semîner were dayîn û name werin şandin,
-19’ê Mijdarê li mûzexaneyê dê pêşengeh û pelên istibiyan werin pêşkêşkirin,
-20’ê Mijdarê dê jin meşê li dar bixin,
-21’ê Mijdarê Şanoya Kevana Zêrîn li qada jina azad were pêşkêşkirin,
-22’ê Mijdarê semîner û sinvizyon dê li Navenda Çand û Hûnera Baqî Xido were lidarxistin,
-23’ê Mijdarê li navçeya Şêranê semîner û sinvzyon dê were lidarxistin,
-24’ê Mijdarê li navçeya Qinê semîner û sinvizyon dê were li darxistin û di heman demê de li Sirînê dê semînerek ji aliyê meclîsa jinên Sûriyê de were dayîn.
-25’ê Mijdarê jî wê meşa giştî bê lidarxistin."