'Girtina Leyla ya ji ber parastina aştiyê binpêkrina qanûna bingehîn e'

  • 12:25 13 Mijdar 2018
  • Rojane
AMED -ÎHD'ya Amedê derbarê derbarê çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka KCD û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guvenê de daxuyaniyek weşand.
 
Komelaya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê di derbarê çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka KCD û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guvenê de daxuyaniyek weşand û got ku girtiya Leyla Guven a ji ber parastina aştiyê binpêkirina qanûna bingehîn e.
 
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser hevdîtina Serokê ÎHD’a Amedê parêzer Abdûllah Zeytûn ê ku di 10’ê Mijdarê de çû hevdîtina hevseroka Kongreya Civakên Demokratîk (KCD) û parlamentera Colemêrgê Leyla Guven a ku li girtîgeha tîpa E ya Amedê tê ragirtin û  ev tişt hat gotin, "Rewşa tendirûstî û moralê birêz Leyla Guven baş bû. Birêz Leyla sedema xwe ya ketina grevê wiha vegot, 'Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê, dewamkirinna mirin û pevçûnan e. ”
 
ÎHD’ê di berdewamiya daxuyaniyêa xwe de ev xal rêz kirin:
 
"Çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka KCD’ê û parlamentera Colemêrgê Leyla Guven dayî destpêkirin, mafekî bingehîn e û divê pê re bi riyên siyasî û burokratîk hevdîtin bê çêkirin, divê daxwazên wê li ber çav bên girtin û ji bo dawîlêanîna çalakiyê pê re lihevkirin bê pêkanîn.”
 
Ji bo ku endama Parlamentoya Tirkiyeyê (TBMM) ye divê serokê meclîsê di asta Wezareta Edaletê de serî lê bide da ku Leyla Guven bê berdan.
 
Dîsa divê ji ber vê pêkanîna neheq û newekhev demildest rewşa dîlgirtîbûnê ya Leyla Guven bê bidawîkirin û Leyla bê berdan.”