Ji parêzerên Abdullah Ocalan serlêdana hevdîtinê
- 11:53 13 Mijdar 2018
- Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi armanca bi muvekilê xwe re hevdîtinê bikin cara 763’yemîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Muhdî Oztuzun bi armanca bi muvekkilê xwe re li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê hevdîtinê bikin, cara 763’yemîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzerên Abdullah Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011’an û vir ve her tim bi îdîaya “muxalefeta hewayê heye" “koster xera be ye", “koster di tamîrê deye" “OHAL” û "Rastî cezayê dîsîplinê hatiye" rastî astengiyan tên û nikarin bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtin bikin.