Gardiyanê îşkencekar li ser kar e, li zarok 'cezayê dîsîplînê' hat birîn
- 11:51 13 Mijdar 2018
- Rojane
AMED - Li Girtîgeha Zarok û Ciwanan li zarokê ku gardiyan ew derb kir û xwest bifetisîne cezayê dîsîplînê hat birîn. Lê gardiyanê îşkencekar li ser karê xwe ye.
Li Girtîgeha Zarok û Ciwanan a li Amedê derketibû holê ku pênc zarokên xwestibûn "Di 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê" de rojê pîroz bikin ji aliyê gardiyan ve hatibûn derbkirin û gardiyanekî hewl dabû ku zarokê bi navê F.T. bifetisîne. Mudurê girtîgehê jî tişta hatibû jiyîn piştrast kiribû û parastibû. Piştî ku bûyer ji çapemeniyê re hat ragihandin Wezareta Dadê lêkolîn dabû destpêkirin û ragihandibû ku mufetîş şandin girtîgehê.
Gardiyan li ser karê xwe ye û zarok hat cezakirin
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê jî bi riya parêzerên xwe bi zarokan re hevîdtîn kiribû û serlêdana sûc kiriye. Lê li gel vê derbarê gardiyan de tu tişt nehat kirin û hat aşkerakirin ku gardiyan karê xwe berdewam dike. Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê hat diyarkirin ku li zarokê hewl hatiye dayîn ji aliyê gardiyan ve bê fetisandin hefteyek cezayê dîsîplînê hatiye birîn.
'3 zarok şandin blokên cuda'
Piştî bûyera qewimî zaroke temenê wî bûye 18 sewqî Girtîgeha Jimara 1'an a Amedê kirin û zarokên din jî xistin blokên cuda. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin cezayê hefteyek ê hevdîtinê li F.T. birîne. Xwişka R.Y, Yekbûn Y. ku îro çû hevdîtina birayê xwe hevdîtin pêk anî. Yekbûn diyar kir ku birayê wê hildane qawîşekê û Y.T.O, B.N. û F.T. jî birine blokek din.
Yekbûn Y. agahiyên ji berayê xwe gitin vegot
Yekbun Y., agahiyên birayê pê re parve kirin e wiha vegot: "Zarokek ku temenê wî bûye 18 şandine Girtîgeha Jimara 1'an a Amedê. Birayê min li blokê bi tena serê wî hiştine. Zarokên din jî li blokek din heps kirine. Hefteyek cezayê hevdîtinê dane F.T. Îdareya Girtîgehê ji zarokan re gotiye 'We çima bûyerê ji derve re gotiye. We vî karî gelek mezin kir û belav kir.' Pişt re cezayê dîsîplînê li F.T. birîne û zarokan şandine blokên cuda. Ji ber ku birayê min bûyerê ji derve ragihand wî bi tena serê wî li blokekê hiştine."