Zahîde Oguz li cihê hat qetilkirin hat bibîranîn

  • 10:08 13 Mijdar 2018
  • Rojane
STENBOL - Jinan, li ber deriyê Zahîde Oguz a ku ji aliyê mêrê pê re zewicandî bû ve hat qetilkirin çalakî kir. 
 
Duh êvarê li ber deriyê mala Zahîde Oguz (42) ya li Halkaliyê  ku ji aliyê mêrê pê re zewicandî Garîp Oguz (52)  ve hat qetilkirin ji aliyê jinan ve çalakî hat lidarxistin. Endamên Meclisa Jinan a Stenbolê, li ber deriyê mala Zahîde Oguz kom bûn û  kuştina jinan şermezar kirin. Jinên ku çalakî li dar xistin li gel qurnefîlan wêneyê Zahîde Oguz hilgrtin. 
 
Endama Meclisa Jinan a Stenbolê Melek Onder li ser navê jinan axivî, diyar kir ku ew her roj agahiya kuşitina jinan dibihîzin û wiah berdewam kir: "Tenê ne zahîde, her roj li welatê me jin bi tundiyê re rûbirû dimînin û tên kuştin. Jin ji bo ku tundiyê nebînin serî li rêbazên cuda didin. Dema ku serî li rêbazan didin jî bi gelek astengiyan re rûbirû tên. Biryara parstinê derbarê Zahîde de hebû. Ji bo ku ji vê tundiyê bê rizgarkirin bi caran biryara parastinê derbarê wê de hat derxistin. Lê li gel hemû hewdanan jî wekî gelek jinan dîsa jî ji aliyê Garîp Oguz ve hat qetilkirin."
 
Piştî daxuyaniyê jinan, qurnefîl û wêneyê Zahîde ku hilgitibûn li ber mala wê danîn.