Bi nêzîkbûna 25'ê Mijdarê re jinan banga têkoşîna li dijî tundiyê kir

  • 09:09 13 Mijdar 2018
  • Rojane
Şehriban Abi-Zeynep Durgut
 
WAN/COLEMÊRG- Jina bi navê Z.E. ya ku bi salan bi tundiya li nava malê û ya mêr re rûbirû ma, Umu Gulsum û Naciye Yalçin li dijî pergala bviksalar ku pêşeroja wan dizî ev peyam dan: "25'ê Mijdarê roja berxedana jinên ku bi tundiyê re rûbirû mane ye.  Ji rêxistinbûna jinê ditirsin. Îradebûna jinê pergala baviksar ditirsîne. Em ê li vê cîhanê û li wê cîhan tev de li dijî pergala baviksalar têkoşînê bidin. Zîhniyeta ku qetil dike ew ê hesap bide. Ger ku jin bixwaze dikare li dijî hemû zahmetiyan li ber xwe bide û bi ser keve. Tenê bila bizanibe ku dikare û hêza wê têrê dike."
 
Ji ber polîtîkayên AKP'ê ku rola zayenda civakî li gorî hişmendiya xwe diyar dike tundiya li ser jinê ji sedî 400 zêde bûye. Zewaca di temenê zarokatî de û tundiya li dijî jinê encama polîtîkayên AKP'ê ye. Naciye Yalçin û Z.E., ku bi minsebata 25'ê Mijdarê êşa ku kişandine vegotin, tenê ji bi hezaaran  jinên ku di temenê zaroktî de hatine zewicandin û bi tundiyê re rû bi rû mane ne. 
 
'Ducanîbûn ji bo min tiştekî biyanî bû'
 
Z.E.'ya ku di 14  saliya xwe de bi mêrê jê bi 15 salan mezintir re hat zewicandin jî diyar dike ku ew bi salan bi tundiya mêr re rûbirû maye.  Z.E., ya ku zarokên xwe ji li navenda tundiyê mezin kirine wiha dibêje: "Ez hêj zarok bûm ducanî mam, ducanîbûn ji bo min tiştekî gelek biyanî bû. Dema ku min zaroka xwe anî jî min nizanibû ku ez ê xwedî bikim min digot wê hinekî din xwedî bikin. Ji ber ku min nizanibû xwedî bikim pitika min heta sibehê digiriya. Bi vê rewşa xwe min 5 zarok anîn."
 
Z.E. ya ku ji roja hat zewicandin ve bi tundiya mêr re rûbirû ma wiha berdewam kir: "Ji min re digot 'ez te naxwazim' û min ji malê diqewirandin. Min jî ew nedixwest. Lê min nikaribû zarokên xwe jê re bihişta. Ji ber ku baweriya min pê nedihat.  Ne dihat malê û ne jî pêdiviyên min pêşwazî dikirin."
 
Zarok li dijî wê bi kar anîn
 
Z.E. Di berdewamiyê de got ku wê dixwest ji mêr veqete lê destûr nedayiyê û ev tişt got: "Dema ku min digot ez ê veqetim zarok li dijî min bi kar dianîn û min tehdît dikr, digot ez zarokan nadim te.  Min dest bi karê paqijiya malan kir û ez heat niha jî pê debara xwe dikim."
 
'Divê jin bi xwe bawer bin'
 
Z.E. Diyar kir ku divê tu hêviya jinan ji mêran tune be û wiha peyama 25'ê Mijdarê da: "Ger ku mêrek li zarokên xwe nenêre jê tu hêviyê nekin. Hûn ji bo zarokên xwe têbikoşin. Tenê bi xwe bawer bin bes e.
 
'Di temenê 12 salî de zewac tecawiz bû' 
 
Naciyeyê bi lêv kir ku zarokatiya wê ji aliyê mêrê serdest ve  hate dizin û got ku di wî temenî de zewac bi tena serê xwe destavêjî bû û wiha axivî;” Di temenê min ê biçûk de dayik û bavê min jiyana xwe ji dest dan . Rewşa me ya aborî nebaş bû. Lê ji ber ku em hîna zarok bûn, me tiştek ji dinyayê fêm nedikir. Her tiştek ji me re mîna listîkekê dihat. Jiyana me tev listîk bû. Her tiştek ji jinan re dihate qedexekirin. Em zarok bûn, ji me re digotin’Lîstîk lîstina keçan şerme’ Bi şermê em mezin dikirîn. Li gorî wan li jiyanê mayîna jinan jî şerm bû û heram bû. Jin tenê ji bo ku fermanên mêr pêk bînin hatibûn dinê. Destûr nedidan ku em lîstîkê bilîzin. Herî dawî ez di 12 saliya xwe de bi zorê bi mêrê 30 salî re hatim zewicandin. Bi lêdanê min lê  mahr kirin. Kesê ku ez pê re hatime zewicandin, ez jê pir ditirsiyam. Her roj barên herî giran bi min didan kişandin û her şev jî  tundî li min dihat kirin. Li dijî tundiyê parastinek min tune bû. Ji ber ku ez zarok bûm, parastina min tune bû. Zewaca di wî temenî de tecawiz e. Zarokatiya min ji min dizîn.  Ji ber lêdana mêr niha her nexweşiyek di laşê min de peyda bû ye.”
 
“Roja 25’ê mijdarê slav dikim”
 
Naciyeyê anî ziman ku 25’ê mijdarê ji hemû jinan re bû mizginiya berxwedanê û got ku li dijî tundiya mêr divê jin bibin yek û wiha pê de çû;” Piştî ku ez zewicandim em çûn li navçeya Elbaxê ya Wanê. Em li wir dijîn. Li wir jî herî zêde mafê jinan tê binpêkirin. Ji jinan re ketina sûkê û heya ku danûstandina beyî mêr jî şerme û ji aliyê civaka ve nayê qebûlkirin. Min zehmetiyên pir mezin bi çavê xwe dîtin. Piştî 10 sal di ser re derbas bûn şûnde ez bûm xwedî zarok. Zewaca di temenê biçûk de bêdengkirina dengê jinê ye. Niha jî bi her awayî tundiyê ser jinan pêk tinin. Ji ber ku mêr û civaka desthilatdar ji hêz û rêxistinbûyina jinê ditirse. Her êrîşeke li hemberî jinê bi hişmendiya 25’ê mijdarê têk diçû. Niha li Tirkiyeyê bi hezaran jin bi tundiyê re rû bi rû ne û her rojê de 3 jin tên qetilkirin. Em ê hesabê van bipirsin û jinên têkoşer dê  li dinyayê û axretê li serê mêrê desthilatdar bibin bela û ew ê ji jina birêxistin rizgar nebin. Roja 25’ê mijdarê slav dikim.” 
 
Piştî şîdeta nav malbatê vê carê şîdeta mêr a sîstematîk
 
Ummu Gulsum Pakum jî ku ji ber şîdeta malbatê zewac wek rizgarî dît, vê carê li mala mêrê ku pê re zewicî 15 salan rastî şîdeta sîstematîk hatiye. Di vê pêvajoyê de 5 zarok jî aniye dinê û tevî her tiştî jiyana xwe didomîne. Ummu Gulsum diyar dike ku ji bo şîdeta li ser jinê bi dawî be divê hemû jin di 25’ê Mijdarê de dakevin kolanan û got divê jin dîsa li cem jinê bistire û bi hev re têbikoşin.
 
‘Min bi dehan carî hewl da întîxar bikim’
 
Ummu Gulsum 15 salên ku zewicî ma vegot û ev tişt bi lêv kir: “Bavê min her tim tundî li min û dayika min dikir. Ji ber vê min hewl da ez întîxar bikim. Li herêma ez dijiyam li ser jinan zextek cidî a civakî hebû. Ji ber vê min zewac tercih kir. Ez bi pismamê xwe re zewicîm. Sala ewil bûm dayik. Ewil malbata wî piştre jî hevjînê min tundî li min kir. Hevjînê min hişbir û alkol bi kar dianî. Gelek caran ji ber hişbirê tundî li min dikir. Min 15 salan li dijî tundiyê têkoşîn da. Min nikaribû dest jê berdim. Ji ber her tim ez bi mirinê tehdîd dikirim. Nedixebitî. Min hewl dida ez biçim cihekî ku jinan diparêze lê min nedidît. Piştî salan şûnde min cesaret girt û min dest jê berda. Ez dayika 5 zarokan me. Ez bi tena serê xwe têkoşîna jiyanê didim. Bila jin bixwe bawer bin. Bila li dijî tundiya mêr serî netewînin.”