Tedarikên zivistanê yên jinên Rojavayê Kurdistanê
- 09:04 13 Mijdar 2018
- Rojane
Sorgul Şêxo
HESEKÊ - Bi hatina zivistanê jinên Rojavayê Kurdistanê ketin nava hewldanekê û dest bi amadekariyên xwe yên zivistanê kirin. Bi amadekariyên wekî şuştina hiriyê, girtina sobeyan, çandina baxçeyan, çêkirina xwarinên zivistanê zivistan tê pêşwazîkirin. Jina bi navê Eyşan Elî ku bi şuştina hiriyê zivistanê pêşwazî dike anî ziman ku ew her dem li dijî dijwariyên demsalan amadekariyên xwe dikin da ku nekevin nava tengasiyê.
Jina bi navê Eyşan Elî ku li Bajarê Til Temirê yê Kantona Hesekê dijî bi şuştina hiriyê amadekariya xwe ya zivistanê dike û dibêje:"Em hemû jinên Til Temirê her sal bi hewldanek mezin amadekariyên xwe yên zivistanê dikin. Em dixwazin jiyana me bi amadekarî û bi hewldana jinê xweştir û geştir bibe."
'Em wekî jin, ji xebat û hewldana jiyanê gelek hez dikin'
Eyşanê da zanîn ku ew bi her awayî amadekariyên xwe yên zivistanê dikin û hemû jin piştgiriya hevdu dikin û wiha got:"Em amadekariyên xwe yên wekî girtina sobeyan, çandina baxçeyan, çêkirina xwarinên zivistanê, çêkirina kincên zarokan zivistanê pêşwazî dikin. Niha jî em hiriyê dişon. Çimkî dema ku hewa gelekî sar dibe em nikarin hiriyê bişon gelek ji bo me dibe zehmet. Em wekî jin, ji xebat û hewldana jiyanê gelek hez dikim."
'Em bi amadekariyên xwe li dijî dijwariya zivistanê disekinin'
Eyşanê herî dawî wiha got:"Em bi amadekariyên xwe li dijî dijwariya zivistanê disekinin. Ger em bi hewldanek mezin zivistanê pêşwazî nekin em ê gelek têkevin nava tengasiyê. Loma em her dem tedbîra xwe digirin. Em hemû jinên Til Temirê her sal bi hewldanek mezin amadekariyên xwe yên zivistanê dikin. Em dixwazin jiyana me bi amadekarî û bi hewldana jinê xweştir û geştir bibe."