ROJEVA 13'Ê MIJDARA 2018'AN
- 09:00 13 Mijdar 2018
- Rojev
*Hunermendên Herêma Firatê derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Herêma Firatê de anîn ziman ku ew ê bi hunera xwe zihniyeta dagirker têk bibin û gotin:"Tu êrîş û zext dê nikaribe me têk bibe." DÎMEN HEYE
*Bi hatina zivistanê jinên Rojavayê Kurdistanê ketin nava hewldanekê û dest bi amadekariyên xwe yên zivistanê kirin. Bi amadekariyên wekî şuştina hiriyê, girtina sobeyan, çandina baxçeyan, çêkirina xwarinên zivistanê zivistan tê pêşwazîkirin. Jina bi navê Eyşan Elî ku bi şuştina hiriyê zivistanê pêşwazî dike anî ziman ku ew her dem li dijî dijwariyên demsalan amadekariyên xwe dikin da ku nekevin nava tengasiyê. DÎMEN HEYE
*Jina bi navê Naîle Akkaya ya ku j eslê xwe ji navçeya Qosera Mêrdînê ye, ji xwe re cihekî biçûk vekiriye, Nanê sêlê û şanborekan çê dike û debara mala xwe dike. Naîleyê, diyar kir ku her çiqas mêrên civakê henekên xwe bi wê dikin jî guh nade wan û ew xebata xwe berdewam dike. Naîleyê, anî ziman ku dê tu carî ji bo kesan dev ji xebata xwe bernede û xwest ku hemû jinên cihanê êdî baş çavên xwe vebikin.
*Jina bi navê Z.E. ya ku bi salan bi tundiya li nava malê û ya mêr re rûbirû ma, Umu Gulsum û Naciye Yalçin li dijî pergala abviksalar ku pêşeroja wan dizî ev peyam dan: "25'ê Mijdarê roja berxedana jinên ku bi tundiyê re rûbirû mane ye. Ji rêxistinbûna jinê ditirsin. Îradebûna jinê pergala baviksar ditirsîne. Em ê li vê cîhanê û li wê cîhan tev de li dijî pergala baviksalar têkoşînê bidin. Zîhniyeta ku qetil dike ew ê hesap bide. Ger ku jin bixwaze dikare li dijî hemû zahmetiyan li ber xwe bide û bi ser keve. Tenê bila bizanibe ku dikare û hêza wê têrê dike." DÎMEN HEYE
* Hevserokên HDP û DBP’ê diyar kirin ku di hilbijartinan de li Mersînê ji xwe bawer in û gotin li metropolên Tirkiyeyê yekane şaredariya ku DBP qezenc dike şaredariya Akdenîz a Mersînê ye û gotin wê şaredariyê ji qeyûm bigirin.
DÎMEN HEYE
* Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji girtîgeha lê girtiye xwestin bi kelepçeyê bînin dadgehê, di 7’ê mijdarê de dest bi greva birçîbûnê kir. Siyasetmedarên jin diyar kirin ku Leyla îradeya gel e û divê daxwazên wê demildest bên cih.DÎMEN HEYE
*Derket holê ku li Sîlopiyê mêrê bi navê N.O li hember keça xwe îstîsmara zayendî ya sîstematîk pêk aniye. Derbarê N.O yê hat binçavkirin û roja din hat berdan de doz hatiye vekirin.
*Di salên 2017 û 2018’an de kuştinên jinan, îstîsmara zayendî şîdeta fîzîkî û psîkolojîk bê navber berdewam kir. Pêkanînên li hember jinan, xetereya ku jin tê de ye, bi hemû berfirehiya wê nîşan dide. Qirkirina jinê û parastina mêran a ji aliyê darazê ve jî bi aşkera tê dîtin.