Bersûc Nas e: Li Stenbolê jinek û birayê xwe hatin qetilkirin
- 12:05 12 Mijdar 2018
- Rojane
STENBOL - Li Kuçukçekmeceyê mêrê bi navê K.O. jina ku xwe jê berdabû û birayê wê qetil kir.
Li Kuçukçekmeceya Stenbolê saet di 22.30'an de mêrê bi navê K.O., bi jina ku xwe jê berda bû Zahîde Oguz re ket niqaşê. Piştî ku niqaş zêde bû K.O. vê carê jî Zahîde Oguz Derb kir. Biryayê Zahîdeyê Kutluay Oguz jî xwest ku K.O. dûr bixwe. K.O. piştre Zahîde û birayê wê qetil kirin û wiha ji cihê bûyerê dur ket. Piştî ku cîran li ser dengê çekê çûn malê bûyer ji tîmên tendirustiyê re ragihandin.
Tîmên tendirustiyê ku hatin cihê bûyerê diyar kirin ku Zahîde û birayê xwe Kutluay jiyana xwe ji dest dane. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin. Hat ragihandin ku K.O. yê kujer piştre teslîm bûye.