Birînên 10'ê Cotmehê bi piştgiriyê tê pêçandin
- 11:39 12 Mijdar 2018
- Rojane
ENQERE - Komeleya 10'ê Cotmehê birînên komkujiya Enqereyê bi piştgiriyek hevpar dipêçe. Komeleyê ji bo 103 malan ew ê 103 betaniyan bişîne.
Komeleya Piştigiriyê û Aştiyê ya 10'ê Cotmehê atolye li dar xistibû û li ser piştgiriya hevpar nîqaş meşandibû. Komeleyê
Komeleyê ji bo 103 malan ew ê 103 betaniyan bişîne.
Dê betaniya yekem ji birîndarê 10'ê Cotmehê Cîhan Andiç re bê şandin.
Komeleya ku biryara piştgiriyê sitend dê betaniya yekem ji Cihan Andiç ra bişînin. Piştî betaniya yekem dê piştigriya hevpar bidome.
'Ev çalakîna hêza moral û têkoşînê xurt dike'
Hevseroka Komeleyê Mehtap Sakinci Çoşkun diyar kir ku fikra honandina betaniyan bi bîranîna sala 3'an de derketiye holê û wiha got:"Çalakiyên bi vî rengî hêza moral û têkoşînê zêde dike. Di sala sêyêmîn de piştgirî qet kêm nebû zêdetir bû û ev yek ji jî armanca ku mirov bila ji bîr neke xizmetê dike."