Ji jinan bang: Em li malê, kolan, kargerî û avahiyên partiyê Kurdî biaxivin
- 09:10 12 Mijdar 2018
- Rojane
AMED - Jinan komxebata ku Platforma zimanê Kurdî ya ku 9 partiyên siyasî yên Kurd ava kiriye, pêk anî nirxandin û da zanîn ku divê zimanê Kurdî statuyê qezenc bike û wiha gotin: “Bi taybet gelê Kurd û partiyên Kurd divê li kolan, malê,sazî û kargeriyan bi zimanê Kurdî biaxivin, binivîsin û bixwînin.”
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP),Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP), Partiya Demokratîk a Kurdistanê-Bakur (PDK), Partiya Demokratîk a Kurdistan-Tirkiye (PDK-T), Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK), Partiya Azadiya Kurdistan (PAK), Partiya Azadî û Mirovahiyê û Nûnerên Tevgera Azadiyê ji bo pêşxistina zimanê Kurdî û ji bo bibe zimanê fermî û li dibistanan bibe zimanê perwerdeyê ‘Platforma Zimanê Kurdî’ ava kirin. Platformê dawiya hefteyê komxebata ziman pêk anî. Jinên tevlî komxebatê bûn komxebat û xebatên bên kirin nirxandin.
‘Divê ewil em xwedî li zimanê xwe derkevin
Wergervana Kurdî Fahriye Adsay got yek ji tiştên girîng a nasnameya mirov temsîl dike ziman e û wiha got: “Li Amedê kes pir kêm Kurdî diaxivin. Mirov marjînal dibin. Li kolanê pir kêm kes Kurdî diaxivin. Li dilê Kurdistanê zimanê dayikê nayê axaftin. Ji dewletê re bimîne dixwaze me hemûyan tune bike. Ji ber vê divê em di vê mijarê de ji dewletê tiştekî nepên. Divê em ewil rewabûna zimanê xwe qebûl bikin. Divê em li partî û saziyên xwe bi Kurdî biaxivin ku kesên din li dijî zimanê me rêzdar bin.”
‘Divê Gelê Kurd xwedî li zimanê xwe derkeve’
Hevseroka MED-DER’ê Mîne Karakaş jî daxuyakirin ku ew wek MED-DER wê piştgiriyê bidin xebatên ziman û ev tişt daxuyand: “Hemû xebatên me li ser ziman in. Berê Kurdî-Der hebû. Lê piştî hat girtin, berpirsyariya hemû xebatan li ser me ma. Em ê heta ji destê me bê xebatan xurt bikin. Daxwaza me ya herî mezin ev e ku zimanê me statuya fermî qezenc bike. Em tiştekî ji gelê Kurd dixwazin bila bi zimanê xwe bixwînin, binivîsin û biaxivin.
'Her Kurd dixwaze zimanê Kurd statuyê qezenc bike'
Aktîvîsta TJA’yê Mulkiye Bîrtane jî destnîşan kir ku ziman, zimanê her kesî ye û got: “Hatina cem hev a 9 partiyan tiştekî matmayî bimînin nîne. Her Kurd dixwaze zimanê Kurd statuyê qezenc bike. Ev wisa hema dernayê holê. Berê jî li ser ziman nîqaş hatin kirin. Lê pêngav nehatin avêtin. Dewlet zimanê xwe dike zimanê ferzkirî. Heta niha hebûna Kurdan hatiye înkarkirin. Niha dibêjin ‘Kurd hene ziman tune ye’. Lê hûn Kurdan çawa qebûl dikin divê hûn zimanê wan jî wisa qebûl bikin.”