'Pirsgirêka herî mezin' a ku di sedsala 21'emîn de jê tê tirsandin: Bi perperokên nû jiyanek nû (1)
- 09:08 12 Mijdar 2018
- Dosya
Têkoşîna 58 salan a di ronahiya 3 perperokan de tê cem hev
Habîbe Eren
NAVENDA NÛÇEYAN - Riya ku xwişkên Mîrabel ku bi berxwedana li dijî dîktatoriyê vekir, ev 58 sal e ji bo jinan dibe rehber. Jinên ji bo xeyala ‘cîhanek din pêkan e’ pêk bînin ketin rê agirekî mezin pêxistin û di sedsala 21’ê de jî hîna tirsa dîktatoran e.
25’ê Mijdarê yek ji rojên girîng a têkoşîna jinan a girîng e. 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Şîdeta Li ser Jinê, roja ji bo bîranîna Xwişkên Mîrabel her sal bi şîara azadiyê tê qêrîn e. Jin ji duh heta îro li her derê cîhanê vê têkoşînê mezin dikin. Jin di 58’emîn qetilkirina roja xwişkên Mîrabel ku wek ‘perperok’ tên binavkirin, ala têkoşîna azadiyê bilindtir dikin.
Êrîşa zayendî, îşkence û komkujî
Dîktatorê bi navê Rafel Trujîllo di 1930’an de darbeya leşkerî pêk anî û desthilatdariya Komara Domînîk desteser kir û welat 31 salî bi zilmê bi rêve bir. Lê li welat li dijî rejîmê yên têdikoşiyan hebûn. Li welat dem bi dem tevgeran daxwaza maf û azadiyan dikir û serhildan pêk dianîn. Yek ji van tevgeran jî Clandestîna bû. Tevger ji sê xwişkan ên bi navê Patrîa, Mînerva û Marîa pêk dihat. Ev wek xwişkên Mîrabel dihatin zanîn. Li dijî rejîm û Rafael bi hev re têdikoşiyan.
Xwişkên Mîrabel ji ber têkoşîna xwe gelek caran hatin girtin. Dîktator Rafael, bi girtina wan sînor nema û dest danî ser hemû malên wan. Xwişkên Mîrabel xayînên welat tên îlankirin. Li ser axaftina Rafael, di 25’ê Mijdara 1960’î de wesayîta xwişkên Mîrabel hat sekinandin. Xwişkên Mîrabel ji wesayîtê peya kirin, ewil tecawiz kirin û piştre bi îşkenceyê qetil kirin. Cenazeyên wan jî ji zinaran de avêtin. Dewlet û çapemeniyê jî îdia kirin ku qezaya trafîkê ye.
Dengekî mezin da
Tevgera Clandestîna ya xwişkên Mîrabel ava kiribû, salek piştî mirina wan şûnde bi hilweşîna dîktatoriyê re ji nû ve rol lîst. Qetilkirina her sê xwişkan li Domînîkê dengek mezin da. Xwişkên Mîrabel hatin qetilkirin lê têkoşîn û gotinên wan ji jinan re wek mîrate ma.
Ev gotinên her sê xwişkan, biryarbûna wan vedigot:
“Dibe tiştê herî nêzî me mirin e lê ev min natirsîne, em ê ji bo her tiştê mafdar têbikoşin.” (Maria Teresa Mirabal)
“Ji bo welatê me ku tije êş e, kirina hinek tiştan kêfxweşî ye. Mirov nikarin destê xwe bidin ser hev û rûnin.” (Minerva Argentina Mirabal)
“Em ê destûr nedin ku zarokên me di vê pergala ji rê derketiye de bijîn. Em neçar in li dijî vê pergalê têbikoşin. Ez li ser navê xwe amade me ku her tiştî bikim.” (Patria Mercedes Mirabal)
Ji Perperokan ji jinên cîhanê re diyarî
Nasnavê yek ji xwişkên Mîrabel Perperok bû. Ji wê rojê şûnde ji bo her sê xwişkan navê ‘Perperok’ hat danîn. Bi salan piştî qetilkirina wan di 1981’ê de Komxebata Jinan a Latîn Amerîkayê li Kolombiyayê hatin cem hev û 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Şîdeta Li ser Jinê, îlan kirin. NY’ê jî di 1999’an de 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Hemberî Şîdeta li Ser Jinê ya Navneteweyî îlan kir.
Berxwedana perperokan li her çar alî cîhanê deng da û tevî ku ser de 58 sal derbas bûye jî, jin li djiî şîdet, mêtîngerî faşîzm, netewperestiyê di eniyê pêş de cih digirin.
SIBEHÊ: Tevî serdestiya mêran a li Tirkiyeyê jinên ku kuçeyan vala nahêlin