Jinên Efrînê: Em hêz û vîna xwe ji şervanên xwe digirin
- 09:03 12 Mijdar 2018
- Rojane
Lîlav Elî
ŞEHBA - Jinên Efîrnê ku li Kantona Şehbayê bi cih bûne diyar kirin ku ew ê tu carî bawerîya wan a bi têkoşîna şervanên YPJ/YPG'ê ya ji bo rizgarikina Efîrnê neşkê."
Têklidarî mijara rizgarkirina herêma Efîrnê, Jinên Efrînê ku li Kantona Şehbayê bi cih bûne û têkoşîna xwe dewam dikin, nerînên xwe anîn ziman. Jinan diyar kir ku ew ê heta dawiyê li ser şopa şehîdên xwe têkoşîna xwe bidomînin.
'Me xwest em zarokên xwe biparêzin'
Jina bi navê Hêvîn Cemîl Dawd ku ji Kantona Efîrnê ye û niha li Şehbayê bi cih bûye wiha dibêje:" Piştî berxwedana 58 rojan li himberî çeteyên OSO'yê, ji bo parastina zarokên xwe me koçî Şahbayê kir. Lê li Efrînê şervanên YPJ/YPG'ê çalakiyan xwe yên li dijî çeteyên OSO'ê berdewam dikin. Her çalakiyek şervanan hêz, bawer û îradeya me ya ji bo têkoşînê zêdetir dike. Em ê heta dawiyê li kêleka Şervanên xwe bin, tû carî îaradeya me naşke."
'Jinan dikin hedef'
Jina bi navê Xanim Muhemed jî wiha got:" Çeteyên OSO'yê li Efîrnê bi tayîbet jinan dikin hedefa êrîşên xwe û kiriyarên xwe. Çete bi van êrîşên xwe dixwazin îradeya jina kurd û gelê Efrînê bişkînin. Lê bila tu carî xeyal nekin ku rojekê em ê ji berxwedana xwe bisekinînin. Baweriya me bi şervanên me heye û em ê Efrîna xwe rizagar bikin."
Herwiha jina bi navê Ewaş Muhemed jî da zanîn ku ew ê tu carî baweriya wan a ji bo rizgarkirina Efîrnê neşkê û ev tişt got:" Em hêza xwe ji şervanên YPJ/YPG'ê digrin. Li ser riya şehîdên xwe em ê heta dawiyê bexwedan xwe berdewam bikin."