ROJEVA 12'Ê MIJDARA 2018'AN
- 09:00 12 Mijdar 2018
- Rojev
*Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê û hevseroka KCD’ê Leyla Gûven ji bo tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar bike di girtîgehê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kir. Jinên Colemêrgê piştgirî dan çalakiya Leylayê û gotin ku ger pêwîst be ew jî dê bi greva birçîbûnê piştgiriyê bidin parlementera xwe. BI DÎMEN
*Jinên Efîrnê ku li Kantona Şehbayê bi cih bûne diyar kirin ku ew ê tu carî bawerîya wan a bi têkoşîna şervanên YPJ/YPG'ê ya ji bo rizgarikina Efîrnê neşkê." DÎMEN HEYE
*Riya ku xwişkên Mîrabel ku bi berxwedana li dijî dîktatoriyê vekir, ev 58 sal e ji bo jinan dibe rehber. Jinên ji bo xeyala ‘cîhanek din pêkan e’ pêk bînin ketin rê agirekî mezin pêxistin û di sedsala 21’ê de jî hîna tirsa dîktatoran e.
*Jinan komxebata ku Platforma zimanê Kurdî ya ku 9 partiyên siyasî yên Kurd ava kiriye, pêk anî nirxandin û da zanîn ku divê zimanê Kurdî statuyê qezenc bike û wiha gotin: “Bi taybet gelê Kurd û partiyên Kurd divê li kolan, malê,sazî û kargeriyan bi zimanê Kurdî biaxivin, binivîsin û bixwînin.”DÎMEN HEYE
*Hevşaredara Qilabanê ya ku qeyûm tayînî şûna wê bûye, Zeynep Uren, diyar kir ku wê di hilbijartinan de bi îradeyek xurt derkeve holê û wiha got: "Em ê li dijî tehdîdan serî netewînin. Ne namzetên AKP’ê, wê namzetên ku gelê me dixwazin, namzetiya wan bê danîn."DÎMEN HEYE
* Arîn û Avesta ku bi dayika xwe Vesîle Yuksel re li girtîgehê bûn, neçar man ji hev biqetin. Avesta ya 6 salî ji bo biçe dibistanê ji girtîgehê hat derxistin û Avestayê wiha got: “Daxwaza min a rojbûna min ev e ku dayik û xwişka min ligel min bin.”