Jinên ciwan ên Minbicê êrîşên Dewleta tirk şermezar kirin
- 15:42 7 Mijdar 2018
- Rojane
MINBIC - Yekîtiya Jinên Ciwan ên Bajarê Minbicê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakurê Sûriye û Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin.
Yekîtiya Jinên Ciwan ên Bajarê Minbicê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêma firat û Bajarê Terbespiyê yê girêdayî Kantona Qamişloyê şermezar kirin.
Di daxwiyaniyê de hemû sazî dazgeh, rêveberiya Minbic û Partiyên Sûriya Pêşerojê amade bûn. Daxuyanî li ber parka bajarê Minbicê hat xwendin. Her wiha pankartên" jinên ciwan wê dagirkeriyê hilweşînin" û "dagirkeriya welat dagirkirina jin û civakê ye" hatin hilgirtin.
Beriya daxuyaniyê deqeyek rêz ji bo têkoşerên azadiyê hat girtin. Daxuyanî ji aliyê endama milê endama jinên ciwan Nesrîn Berkel ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Gelê Sûriyeyê wê tu caran xwe radestî êrîşên hovane yên Erdogan nekin û wê bi yekdestî axa ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan û rizgarkirin biparêzin û rê nedin ku Erdogan û çeteyên xwe bigihêjin armancên xwe yên qirêj."
Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî şoreşa gelan" û "Şehîd namire" bi dawî bû.