Wesayeta kesên ku çûn serdana Sara Kaya qeza derbas kir

  • 13:22 7 Mijdar 2018
  • Rojane
MÊRDÎN- Wesayeta kesên ku çûn serdana Hevseroka Şaredariya Nisêbînê, Sara Kaya qeza derbas kir. Di encama qezayê de 4 kes birîndar bûn. 
 
Wesayeta kesên çûn serdana, Hevseroka Şaredariya Nisêbînê, Sara Kaya ya ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Wanê girtiye, qeza derbas kir. Di encama qezayê de 4 kes birîndar bûn. Hat hînbûn dema ku qeza pêk hat Hevserokê Şaredariya Nisêbînê yê ku dewsa wî qayyum hatiye tayinkirin, Cengiz Kok, Hevseroka DBP'ê ya Bajarê Nisêbînê Ziynet Algan, Endama Meclîsa Şaredariyê Emine Akyuz û xwişka Sarayê, Marya Kaya di wesayetê de bûn. 
 
Hat hînbûn ku talûkeya jiyanî ya Endama Meclîsê Emine heye û hîn di beşa lezgîn de tedawiyê dibîne. Her wiha hat hînbûn ku parsûyê hevserok Ziynet şikestiye û ew ê bê emeliyatkirin.