Girtiya nexweş Fatma Tokmak rakirin nexweşxaneyê

  • 12:49 7 Mijdar 2018
  • Rojane
STENBOL - Girtiya nexweş Fatma Tokmak a li Girtîgeha Bakirkoyê dimîne, ji ber ku rewşa we ya  tenduristiyê ne baş bû, rakirin Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Sadî Konukê. 
 
Girtiya nexweş Fatma Tokmak a li Girtîgeha Bakirkoyê tê girtin, ji ber ku rewşa tenduristiya wê nebaş bû,  di 6’ê Midarê de bi şev rakirin Beşa Nexweşiyên Sing a Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Sadî Konukê. 
 
Parêzera Fatmayê, Eren Keskîn, diyar kir ku Fatma Tokmak, bi kurê xwe Azad ê 2.5 salî re rastî îşkencê hat û wiha got: “Piştî îşkenceyê Tokmak hat girtin. Tokmak ji aliyê DGM’ê ve hat cezakirin. Nexweşiya dil bi Fatma re heye. Weqfa Mafê Mirovan rapora nikare di girtîgehê de bimîne, danê. Lê Saziya Tipa Edlî, gotibû ku Fatma Tokmak dikare di girtîgehê de bimîne. Fatma niha li nexweşxanê ye û bi mirinê re rû bi rû ye. Wijdan wijdan, wijdan.” Keskîn, diyar kir ku dinava  rojê de dê bi parêzerên Tokmak re hevdîtin bikin û rewşa wê binirxînin.