Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê kir
- 12:46 7 Mijdar 2018
- Rojane
AMED - Hevseroka Giştî ya KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, di danişîna doza lê dihat darizandin de, diyar kir ku ji bo şermezarkirina tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi greva bîrçîbûnê dike. Leyla, got ji vir û şûn de, dê li dadgehê parastinê neke.
Danişîna doza Hevseroka Giştî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven, li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Guven, ji ber ku ferzkirina kelepçeyê qebûl nekir, ji Girtîgeha Tîpa E ya Amedê neanîn danişînê, bi pergala SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû.
Leyla, di parastina kir de wiha got: “Ez parlamenterim û ji ber vê ez ferzkirina kelepçeyê qebûl nakim. Ji bo şermezarkirina tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ez dest bi greva birçîbûnê dikim.”
Leyla derbarê biryara da de ev tişt gotin: “Min îlham ji perspektîfên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan girtin û bi awayekê aktîf beşdarî siyasetê bûm. Tecrîta îro li ser Birêz Ocalan tê meşandin, ne tenê li dijî kesekê ye, di heman demê de li dijî gelê Kurd e. Tecrît sûcê mirovahiyê ye. Ez weke parçeyekê vî gelî, tecrîta li ser Birêz Ocalan şermezar dikim. Bi armanca şermezarkirina tecrîtê ez dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdûrveger dikim. Ji vir û şûn de ezê li dagehê parastin nekim. Heya ku daraz dawî li vê bêhiqûqiyê bîne, ez ê çalakiya xwe berdewam bikim. Ger bê xwestin ez ê çalakiya xwe veguherînim rojiya mirinê jî.”