Doza 10 parêzkarên mafên mirovan hat tarloqkirin

  • 12:04 7 Mijdar 2018
  • Hiqûq
Leyla kevser özkaynak
 
STENBOL - Doza ku 10 parêzkarên mafên mirovan û Serokê Rûmetê yê Rêxistina Afê Taner Kiliç dihat darizandin hat tarloqkirin. 
 
10 parêzkarên mafên mirovan li Buyukadaya Stenbolê hatibûn binçavkirin. Piştre dosyaya doza 10 parêzkarên mafên mirovan û Serokê Lijneya Rêveberiya Rêxistina Afê ya Şaxê Tirkiyeyê Parêzer Taner Kiliç kirin yek. 6'emîn rûniştina doza 10 parêzkarên mafên mirovan û parêzer Taner Kiliç li 35'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Edliyeya Çaglayanê hat dîtin. Ji Rêxistina  Afê ya Navneteweyî, Danimarka, Îngilistan, Swêd û Fransayê kesên payebilind beşdarî rûniştinê bûn. 
 
Parêzerên 10 parêzkarên mafê mirovan bi dor daxwazên xwe anîn ziman. Parêzeran ji îfadeya bi guman a şahidan îtiraz kirin. Parêzkarên Mafên Mirovan daxwaza beratê kirin. 
 
Rûniştin  dê di 21'ê Adara 2019'an de pêk were.