SKM: Em ê piştî 25'ê Mijdarê jî xebatên xwe berdewam bikin
- 11:29 7 Mijdar 2018
- Rojane
STENBOL - SKM'ê di daxuyaniya ku di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê da de diyar kir ku ew ê bi dirûşma, "Em li dijî tundî û krîzê di îsaynê de ne" li qadan bin, tenê ne di rojên diyarkirî de em ê li hemû qadên jiyanê li dijî pargala baviksalar têkoşîna xwe bidomînin.
Meclisa Jinên Sosyaylît (SKM) di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkolşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinênê ya Navneteweyî de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Endamên SKM'ê yên ku wê bi dirûşma, "Em li dijî tundî û krîzê di îsanê de ne" li qadan bibin, diayr kirin ku 25'ê Mijdarê roja ku Xuşkên Mîrabel yên ku li dijî dîktatoriya Trujîllo li ber xwe dane hatine qetilkirin e.
SKM'ê di daxuyaniya xwe de anî ziman ku pergala serdest a kapîtalîst, jinên ku ji bo xwe dijminên serke dibînine tundiya li ser wan roj bi roj zêde dike û got ku destkeftiyên jinan ên ku jinan bi ked û têkoşîna xwe bi dest xistine yek bi yek ji destên wan tên girtin. Di berdewamiya daxuyaniya SKM'ê de hat gotin ku pergala baviksalar hem fîzîkî, hem psîkolojîk, hem îdeolojîk bi hemû argûmanên xwe êrîş dike hem wekî tundiya mêr û hem jî wekî ya dewletê derdikeve pêşberî jinan û ji ber vê her roj gelek jin bi tundiyê, tacîz, tecwiz û qetilkirinê re rûbirû dimînin.