'Bi perwerdeyê kesayetên zana û azad ava dibe'

  • 10:08 7 Mijdar 2018
  • Rojane
Rûken Goman
 
GIRKÊLEGÊ - Jinên ku beşdarî dewreya perwerdeyê ya Şehîd Barîn Kobanê ya li Rimêlanê bûn da zanîn ku perwerde ji bo avakirina civakek azad gelek girîng e û wiha gotin:"Bi perwerdeyê kesayetên zana û azad ava dibe."
 
Li Akademiya Şehîd Dorşîn a Rimêlana Girkêlegê ya Rojavayê Kurdistanê ji bo pêşxistina ferasetek zana, azad û pêşxistina fikrên mamosteyên jin, dewreya perwerdeyê hatibû destpêkirin. Jinên ku beşdarî perwerdeyê bûn gotin:"Kesên ku xwe perwerde nekin nikarin feraseta azadiya jinê fam bike."
 
'Perwerde mirovan pêş dixe'
 
Mamosteya bi navê Jînda Ehmê diyar kir ku bê perwerde jiyanek baş nayê avakirin û wiha got:"Tevlîbûna jinê ya perwerdeyan gaveke girîng e. Hem ji bo jinê hem jî ji bo civakê ev gelek girîng e. Ji bo em pirsgirêkên xwe bikaribin çareser bikin û ji civakê re bibe çavkaniyek baş divê em girîngiyê bidin perwerdeyê. Perwerde mirovan pêş dixe. Ji bo pêşketinê û zanistiyek baş em her di nava hewldanê de ne. Em hewl didin ku em ji bo hemû jinan bibin mînakek baş. Em di perwerdeyê de feraseta azadiya jinê jî nas dikin. Kesên ku xwe perwerde neke, dê nikaribe van rastiyan jî nas bike. Ji bo wê jî em jinên xwedî şans in ku îro em li ser esasa sîstema netewa demokratîk xwe perwerde dikin û bi zimanê xwe diaxivin." 
 
'Bi perwerdeyê kesayetên zana û azad ava dibe'
 
Berdevka Mamosteyên Jin a Dirbêsiyê Sozdar Mohemed bal kişand ser girîngiya beşdarbûna jinê ya perwerdeyê û wiha got:"Dema jin hemû beşdarî perwerdeyê bibin evê ji bo gelek tiştî baş be û bibe çavkanî. Ji bo avakirina civakek bi ehlaq û pêşketî perwerde xwedî cihekî taybet e. Di warê tecrubeyê de jî jin û civak pêş dikevin. Bi perwerdeyê kesayetên zana û azad ava dibe. Kesên ku xwe perwerde nekin nikarin feraseta azadiya jinê fam bike."