Dest danîn ser pêlîstokên Siyabend
- 09:08 7 Mijdar 2018
- Rojane
STENBOL - Siyabend ê 3 salî ku ev saleke bi dayika xwe re li girtîgeha Jinan a Bakirkoyê dimîne, pêlîstokên ji bo wî ji lihîfan hatibû çêkirin ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hatin desteserkirin. Berê jî rêveberiya girtîgehê pêlîstokên ji bo Mîraz hatinbûn şandin, qedexe kir.
Hatîce Başkalane ya li Stenbolê dijî salek berê hat girtin û birin girtîgeha jinan a Bakirkoyê. Ji ber kes tune bû li kurê wê Siyabend binêre, niha bi kurê xwe re li girtîgehê dimîne. Hat diyarkirin ku rêveberiya girtîgehê ev saleke pêlîstokên ji bo Siyabend tê şandin nade.
Xizmên Hatîceyê diyar kirin ku 2-3 parçe seta LEGO dane Siyabend lê ew jî ji ber ne li gorî temenî wî ne girtiyên koguşê ji lihîfan û cil û bergên kevn jê re pêlîstok çê kirine.
‘Tehemula wan ji pêlîstokan re jî tune ye’
Lê di demê dawî de ji ber zextên zêde bûne pêlîstokên Siyabend hatine desteserkirin. Hatîceyê tiştên jiya wiha ji xizmên xwe re ragihand: “Me ji midûrê girtîgehê re got. Midûr got ‘Em wê lihîvê bi zîmet didin. Em ji bo razanê didin we. Hûn nikarin bikin pêlîstok.’ Me jî got hûn bi van pêkanînan zarok ceza dikin. Tehemulî pêlîstokan jî nakin.”
Sala borî jî pêlîstokên ji bo Mîraz ji aliyê girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ve hatin astengkirin.