Aygûl Kiliç’a CHP’yî: Tundî ol, ziman û netewe nas nake
- 09:04 7 Mijdar 2018
- Rojane
Rojda Aydin
MÊRDÎN - Seroka Bazkê jinan a CHP’ê ya Mêrdînê Aygul Kiliç, derbarê, tundî tacîz û tecwiza li dijî zarokan tê kirin de nirxadnin kir. Aygûl, got ku tundî ziman, ol û netewan nas nake û diyar kir ku ji ber derxistina fetwa û polîtîkayên destilatdariyê yên baviksalar her roj tunidya li dijî jinê zêde dibe.
Seroka Bazkê Jinan ya CHP’ê ya Mêrdînê Aygûl Kiliç, tundî, tecwazi û destdirêjiya li dijî jin û zarokan bi bîr xist û got ku sedema zêdebûna van pêkanînên dijmirovî polîtîkayên desthilatdariyê yên bi hişmeniyda baviksalar û derxistina fetwayên vê zîhniyetê ne. Aygûl di berdewamiyê de diyar kir ku tundî ol, ziman, netewe nas nake û wiha got: “Jin ji ber nasnameya xwe bi tundiyê re rûbirû dimînin. ”
Aygûl, di axaftina xwe de got ku di navbera salên 2004-2018’an de tundiya li dijî jinan gellek zêde bûye û diyar kir ku li dijî zêdebûna tundî û êrîşên zayendî dê lêkolînê bikin. Aygûl wiha got: “Tundiya li dijî jinan bûyerekê civakî ye. Ji bo pêşiya tundiya li dijî jinan bigirin hewce nake ku girêdayî sazîyekê bin, pêwîste jin li her derê li dijî tundiyê têbikoşin û em wekî rêxistin jî li dijî tundiyê têdikoşin. Em tim li gel jinên ku rastî tundî û îstîsmarê hatine ne û çi ji destê me bê em ê ji bo wan bikin û em dikin jî. Di demên dawiyê de tundî û îstîsmara ku li dijî jinan û zarokan zêde bûye polîtîk e. Ji kesên ku vî sûcî dikin re cezyê ku wan ji sûcê dikin dûr bixe nayê dayîn û ev jî tundî û êrîşên zayendî û qetilkirina jin û zarokan zêde dike.”
‘Ger Tirkiye guh bida peymanên ku îze kirin wê wiha nebûye'
Aygûl, di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser Peymana Stenbolê û got ku ew wek Platforma Jinan a Mêrdînê gellek zêde giringiyê didin vê peymanê û wiha pêl da axaftina xwe: “Ji welatên ku Peymana Stenbolê îmze kirine yek jê jî Tirkiye ye. Lê Tirkiye li gorî peymana ku îmze kiriye naçe. Ger Tirkiye guh bida vê peymanê wê îro rewş cuda bûna. Jin li qadên taybet û li saziyan bi tundiya fîzîkî, zayendî, derûnî û aborî re rûbirû dimînin û ji azadiya xwe bêpar tên hiştin. Ji di nav malbatê de bi tundiyê re rûbirû dimînin û di nav civakê de jî bi pirsgirêkên zayendî re rûbirû dimînin. Divê jin li dijî van pirsgirêkên ku dijî têbikoşin û xwe bi rêxistin bikin.”
‘Mêr wek Xweda tê pênasekirin’
Aygûl, bi lêv kir ku li ku dera cihanê dibe bila bibe ew tim li dijî tundiyê dertên û ev tişt got: “Ol, ziman, nasname û nîjadajinan girîng nîne. Ji ber ku jin jine û ji ber nasnameya xwe bi tundiyê re rûbirû dimîne. Pêwîste jin demildest xwe bi rêxistin bikin û perwerde bibin. Divê jin bizanibin ku mafekî wan heye. Ji ber ku li erdnigariya em lê dijîn mêr serdest in. Li erdnigariya ku em lê dijîn têgihandineke heye; ew jî ew e ku mêr hemû tita li dijî jinan dikin ji bo xwe wekî maf dibînin û di civakê de wekî xuda tên dîtin. Li erdnigariya me gotinên wek ku jin mecbûre îtîatê ji hevjînê xwer re bike tên gotin. Jina zana tu carî nahêle ku tu kes tundiyê lê bike. Ji ber ku haya wê ji maf û wekheviya mêr û jinê heye. Lewra jî divê em jinên têgihîştî û bi rêxistin jinên mayî bi rêxistin bikin.”
‘Daxuyaniyên saziyên olî hêzê didin zayendperestan’
Aygûl, di dawiya axaftina xwe de got ku di fetvayên li Tikriyeyê ji aliyê saziya olî (Diyanet) ve tên dayîn de zewicandina zarokên 9 salî tê normalîzekirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi van daxuyaniyên xwe yên wekî fetwa tundiyê, êrîşên zayendî û tecawizê meşhûr dikin. Kesên ku bi vî awayî daxûyaniyan didin hêzê didin kesên zayend perest û bi vî hawî tundî û êrîşên zayendî zêdetir dibin. Em li her derê bi her awayî li dijî tundî û êrîşên zayendî têdikoşin û em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Ez wek dayik û jinekê li dijî tundiyê heta dawiyê ez ê têbikoşim. Li ku dibe bila bibe em ê tim li gel jin û zarokên ku rastî tundî û êrîşa zayendî tên bin. Em ê bi her awayî piştgiriyê bidin jinan.”