‘DMME’ê bi vê helwestê komploya navnetewî erê kir’
- 09:02 7 Mijdar 2018
- Rojane
Zeynep Durgut
COLEMÊRG - Li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tecrît her roj giran dibe Têkîldarî tecrît û biryara DMME’ê endama meclîsa partiya DBP’ê Şehzade Kurt nirxandin kir. Şehzadeyê diyar kir ku DMME’ê bi helwesta xwe komploya navnetewî erê kir û got ku desteserkirina şaredariyan û operasyonên siyasî berdewamiya tecrîtê ye.
Li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tecrît her roj giran dibe. Ji bo hevdîtinan Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, bi armanca bi muvekkîlê xwe re hevdîtinê bikin bi sedan car serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê serlêdana hevdîtinê her dem tê redkirin. Herî dawî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), serlêdana parêzerên Rêberê PKK’ê ku Abdullah Ocalan a ku ji ber muwekîlên wan di sala 2010’an de rastî îşkencê û mûameleyên xerab hatibû kiribûn jî red kir. Der barê girankirina tecrîtê û helwesta DMME’ê endama meclîsa partiya DBP`ê Şehzade Kurt nirxandin kir.
'Desteserkirin û oprasyon berdewamiya tecîrê de ne'
Şehzadeyê anî ziman ku bi girankirina tecrîtê dixwazin hişmendiya serdest di civakê de biafirînin û wiha axivî;”Tecrîda li dijî birêz Abdullah Ocalan sucê mirovahiyê ye. Tecrîtê bi neçareserkirina pirsgirîka kurd dest pê kir. Ev 20 sale li ser gelê kurd tecrîd didomînin. Tecrît bi êrîşkirina li ser ciwanên kurd, jinên kurd û xwezaya kurd hate destpêkirin. Ev 3 sale li ser birêz Abdullah Ocalan hem ji aliyê bîrdozî ve hem jî fizîkî ve tecrîteke mezin heye. Li hemberî hemû hewledanan em ji aliyê hikûmetê ve her tim hatine astengkirin. Girankirina tecrîdê li dijî demokrasiyê ye. Tecrît çiqas bê girankirin, alozî û pirsgirîkên Tirkiyeyê ewqas kûr dibin. Kesên ku di tecrîtê de israr dikin, welat perçe dikin. Desteserkirina şaredariyên me û operasyonên siyasî berdewamiya komplo û tecrîdê ne. Armanc dikin ku vîna kurd bê nasname bihêlin û hişmendiya xwe ya serdest li ser civakê ferz bikin. Girtina hevşaredarên me êrîşa li dijî vîna jinê bû.”
‘DMME’yê bi helwesta xwe komploya navneteweyî erê kir’
Şehzadeyê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser helwesta DMME’ê û got ku ev biryar berdewamiya komployê bû û wiha berdewam kir;” Ger ku dawî li tecrîdê neyê dê alozî û pirsgirîk her roj giran û kûr bibin. Li dijî tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan 10 sal berê rapor ji DMME’ê re hatibû şandin. DMME’yê bi redkirina raporê komploya navneteweyî erê kir. Gava ku mijar dibe kurd hemû îttîfaqên qirêj dibin yek. Desthilatdariya xwe li ser gele kurd ferz dikin. Lê li Kurdîstanê polîtikayên mêtîngeriyê hatine hilweşandin. Girankirina tecrîdê berdewamiya qirkirina li djî gele kurd e. Meşruyeta tecrîtê tune ye. Ev polîtika li dijî projeya yekitiya gelan û gelên rojhilatnavîn e. Îttîfaqa AKP’ê û MHP’ê li Kurdîstanê bi ser neket. Gelê kurd li hemberî vê îttîfaqê bi bilindkirina têkoşînê bersiv da.”
‘Li dijî tecrîtê em ê têkoşîna xwe bilind bikin’
Şehzadeyê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku li dijî tecrîdê ew ê têkoşîna xwe bilind bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir;” Hikûmet bi polîtikayên înkar û îmhayê êdî nikare hebûna xwe bidomîne. Di demên borî de wezîrê navxweyî bi daxuyaniya “ Me heya niha gelek terorîst îmha kirin” gele kurd her tim wekî terorîst nîşan dide. Ger ku di welatekî de gel mîna terorîst bê dîtin divê hikûmet xwe di ber çavan re derbas bike. Em di têkoşîna xwe de mafdar în. Em ê têkoşîna xwe bi çalakiyên demokratîk berdewam bikîn. Têkoşîna gelê kurd li hemû cîhanê belav bûye. Li dijî tecrîdê em ê berxwedana xwe bilind bikin. Bedela wê çi bibe, bila bibe em ê di têkoşîna xwe de tawîz nedin.”