ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2018'AN
- 09:00 7 Mijdar 2018
- Rojev
*Endama Lijneya Çand û Hunerê ya Meclîsa Kantona Hesekê Efef Heskê derbarê girîngiya karê çand û hunerê û xwendinê de got:"Mirovên ku li çand û hunera xwe xwedî dernekevin û pirtûkan nexwînin dê nikaribe di civakê de bibe xwedî kesayet û roleke girîng." DÎMEN HEYE
*Li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tecrît her roj giran dibe Têkîldarî tecrît û biryara DMME’ê endama meclîsa partiya DBP’ê Şehzade Kurt nirxandin kir. Şehzadeyê diyar kir ku DMME’ê bi helwesta xwe komploya navnetewî erê kir û got ku desteserkirina şaredariyan û operasyonên siyasî berdewamiya tecrîtê ye. BI DÎMEN
*Seroka Bazkê jinan a CHP’ê ya Mêrdînê Aygul Kiliç, derbarê, tundî tacîz û tecwiza li dijî zarokan tê kirin de nirxadnin kir. Aygûl, got ku tundî ziman, ol û netewan nas nake û diyar kir ku ji ber derxistina fetwa û polîtîkayên destilatdariyê yên baviksalar her roj tunidya li dijî jinê zêde dibe. BI DÎMEN
*Xebatên binesaziya ku qeyûm çê kiribû têk çû û boriyên wê teqiyan. Turîl Îke ya di encama teqîna boriyan de mala wê di bin avê de ma, diyar kir ku piştî mala wan di bin avê de maye tevî ku bi dehan carî serlêdan kirine jî şaredariyê mexduriyeta wan çareser nekiriye.DÎMEN HEYE
*Rojbûna Marîe Curîe ya ku jiyana xwe da ser xebatên zanistê ye. Marîe wek jina yekem a xelata Nobelê qezenc kiriye di rûpelên dîrokê de cihê xwe girt û di heman demê de yekem jina ku teknolojiya tirêjên X fêrî jinên ciwan kiriye. Marîe di vê navberê de bi rêjeyek mezin ji tîrêjên radyoaktîf bi bandor dibe û di 1914’an de di meha Tîrmehê de ji ber ceribandinên xwe jehrî bû û jiyana xwe ji dest da.
*Seroka Komeleya Piştevaniya bi Penaberan re parêzer Ayşe Çelîk diyar kir ku jinên penaber li hinek herêman wek xizmetkara mêrên pîr tên zewicandin û bi vî awayî tên îstîsmarkirin.DÎMEN HEYE
* Siyabend ê 3 salî ku ev saleke bi dayika xwe re li girtîgeha Jinan a Bakirkoyê dimîne, pêlîstokên ji bo wî ji lihîfan hatibû çêkirin ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hatin desteserkirin. Berê jî rêveberiya girtîgehê pêlîstokên ji bo Mîraz hatinbûn şandin, qedexe kir.
*Jinên Wanê diyar kirin ku piştî qeyûm tayînî şaredariyên wan bûne, şaredarî êdî ne yê gel in û got ew 31’ê Adara 2019’an dipên. Jinan got ewil şaredarî bi dîwarên beton dorpêç kirine û got dîroka rizgarbûna wan a ji qayyum nêz e.
DÎMEN HEYE