Înstagramên HDP’iyan hatin sansurkirin

  • 16:35 6 Mijdar 2018
  • Rojane
ENQERE – Parlamenterên HDP’ê Serpîl Kemalbay, Ayşe Acar Başaran û Ebrû Gunay, ji ber ku dîmenê “Emê rê nedin faşîzmê, HDP di zindanan de bi cih nabe’ ya HDP’ê ji bo 4’ê Mijdarê amedekiribû li ser hesabên xwe yên înstangramê parve kiribûn, hesabên wan hat girtin. 
 
Dîmenê “Em ê rê nedin faşîzmê, HDP di zindanan de bi cih nabe’ ya Navenda Giştî ya Partiya Demokratîm a Gelan (HDP) ji bo 4’ê Mijdarê amade kiribû, ji ber giliyan, bi hinceta “Li gorî rêziknaya civatê tevnegerandinê” hat rakirin.  
 
Ji ber vê sedemê dîmenên ku Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Ebru Gunay li ser hesabê xwe yê înstagramê parve kiribû, ji hesabê wê hat rakirin. Di heman demê de Hesabên înstagramê yên Parlamenterên HDP’ê Serpîl Kemalbay û Ayşe Acar Başaran hatin girtin. Ji bo daxwaza vekirina hesabên parlamenteran hîna tu bersiv nehatiye dayîn.