Meclisa jinên Minbicê ji bo 25'ê mijdarê daxuyanî da

  • 15:43 6 Mijdar 2018
  • Rojane
MINBIC - Meclîsa Jinên Minbicê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan dest bi çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê kiriye. Daxuyanî li pêşiya Meclîsa jinê ya Minbicê hat dayîn. 
 
Piştî ku Minbic rizgar bû şûnde ji warê feraset û rêxistinbûyinê gihaşt astek girîng. Meclîsa Jinên Minbicê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan dest bi çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê kiriye. Daxuyanî li pêşiya Meclîsa jinê ya Minbicê hat dayîn. 
 
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji bo jin pêş bikevin, xwe bi rêxistin bikin û tundiya li ser jinê bi dawî bibe dê xebat bidomin. 
 
Plansaziya çalakiyê wiha ye: Semîner, civîn, meşek mezin ew ê bê lidarxistin.