Polîsê Fransayê êrîşî çalakiya 'Ji Ocalan re azadî' kir
- 15:41 6 Mijdar 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Ji bo çalakiya navendî ya ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a bi dirûşma "Azadiya Ocalan azadiya me ye" bi hezaran Kurdistanî û dostên wan berê xwe dan Strasboûrgê.
Li ser banga KCDK-E'yê û TJK-E'yê ji welatên Almanya, Fransa, Belçîka, Hollanda û Swîsreyê bi hezaran kes li bajarê Strasboûrg ê Fransayê hatin cem hev. Kurdistanî hê jî diherikin Strasboûrgê.
Li ber Konseya Ewropayê wê gelek çalakî bên lidarxistin û rêze çalakî wê bi mîtînga îro dest pê bikin. Di çarçoveya çalakiyê de wê li Avendue de la Robersauyê saet 12:30'î daxuyaniyek were dayin.
Bi hezaran kesên ku li qadê kom bûne bi zimanên cuda dirûşman diqîrin, daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dikin û faşîzma dewleta tirk şermezar dikin.
Di çalakiyan de wê berpirsyariyên Konseya Ewropayê û CPT werin bibîrxistin û biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ku meha borî dayî wê were şermezarkirin. DMME'yê îşkenceya li ser Abdullah Ocalan ji nedîtî ve hatibû.
Diyar bû ku ji Konseya Ewropa, Parlamentoya Ewropayê û Meclîsa Federal a Alman jî wê parlamenter li çalakiyê amade bin.