ÎHD: Bila Sîsê bîngol demildest bê berdan

  • 15:18 6 Mijdar 2018
  • Rojane
AMED - Komîsyona Jinan a ÎHD'a Amedê, bal kişand ser rewşa tendirustiya Sîsê Bîngol a digirtîgehê de û xwest ku demildest bê tahliyekirin.
 
Komîsyona Jinan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê, ji bo ku balê bikişîne ser rewşa tendirûstiyê ya pîra 85 salî a bi navê Sîsê Bîngol ku di girtîgeha Tîpa T ya Tarsusa Mêrsînê de tê girtin û berî bi 2 rojan rakirine nexweşxaneyê, li ava hiya xwe daxuyanî ji çapemeniyê re da.  Daxuyanî ji aliyê endama komîsyonê Ezgî Sila Demîr ve hat xwendin.  Ezgî diyar kir ku rewşa Sîsê her ku diçe xirabtir dibe û xwest ku demildest Sîsê bê tehliyekirin. 
 
'Xeteriya jiyanê ya Sîsê berdewam dike'
 
Ezgî anî zimiman ku Sîsê Bîngol ya di temenê xwe yê 85 salî de 2 sal in di girtîgehê de tê girtin û li gel hemû serlêdanên bi daxwaza berdana wê jî Sîsê nehatiye berdan û wiha berdewam kir: "Li gorî daneyên Navenda Giştî ya ÎHD'ê  402 jê giran hezar û 154 girtiyên nexweş di girtîgehê de hene .Ji van nexweşên girtî yên giran yek jê jî Sîsê Bîngol a ku di Girtîgeha Tîpa T ya Jinan a Tarsusê de tê gitin Sîsê Bîngol a 85 salî ye.  Sîsê Bîngol ji nexweşiyên wekî kezeba spî, dil, mesane, astim, tansiyon û gelek nexweşiyên din tê dermankirin û ev nexweşiyên wê hatine belgekirin û di rapora wê ya tendirûstiyê de cih girtine.  Li gel van hemûyan serlêdana ji bo ku bê dermankirin hatiye redkirin û dema ku hatiye qebûlkirin jî di bin şertên ku nexweşiyê pêdetir bibin de sewkî nexweşxaneyê hatiye kirin. Xeteriya wê ya jiyanê berdewam dike."
 
'Li Sîsê îşkence tê kirin'
 
Ezgî anî ziman ku sedema gitina wan çi dibe bila bibe girtiyên ku pirsgirêkên tendirûstiyê dijîn hiştina wan a digirtîgehê de û dermankirina na wan di girtîgehê de li gorî rêgezên gerdûnî îşkence ye  û anî ziman ku Sîsê Bîngol ya ku pirsgirêkên wê yên tendirustiyê hene û di girtîgeha Tîpa T ya Tarsusê ya Jinan ku her roj bi binpêkirina mafan di rojevê de tê girtin mayîna wê ya li vê girtîgehê binpêkirina mafên mirovan e û divê ku demildest bê berdan. 
 
Ezgî herî dawî ev daxwaz kirin: 
 
"* Pêwîste di çarçoveya hiqûqa gerdûnî de û li gorî mafên herî însanî de şert û mercên jiyanê yên mehkûman bên sererastkirin; pêşî li şîdet, êşkence/kiryarên xerab û binpêkirina mafê jiyanê were girtin, berpirsyarên binpêkirina mafên mirovan bên darizandin.
 
* Hemû astengiyên qanûnî û îdarî yên li pêşiya dermankirina girtiyên nexweş bên rakirin, dawî li tedawiya destkelepçekirî, tedawiya li nezaretxaneya leşkerî, tedawiya li jêrzemînan bê anîn.
 
* Li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî, ji bo girtiyên nexweş guhertinên qanûnî yên zelal bên kirin û astengiyên li pêşiya bicihanîna wan werin rakirin.
 
* Saziya Tipa Edlî ku mohra xwe datîne binê biryarên ne objektîf û rê li ber derengxistina taloqkirina bicihanîna ceza vedike, tavilê ji dewrê bê derxistin. Divê raporên jia liyê nexweşxaneyên dewletê û nexweşxaneyên zanîngehê ve bên dayin, têrker bên dîtin.
 
* Hemû girtiyên bi nexweşiyên giran û kujer ku li girtîgehan nikarin bi tena serê xwe bimînin, tavilê werin berdan."
 
Di dawiya daxuyaniya ÎHD'ê de hate gotin, "Em merhemetê, ûjdan û qenciyê naxwazin. Ji bo Sîse Bîngol û girtiyên nexweş em daxwaza mafê jiyanê dikin."