Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir
- 13:46 6 Mijdar 2018
- Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekîlê xwe Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Parêzer cara 761'ê ye ku serlêdanê dikin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Cengîz Yureklî, Mazlûm Dînç û Mûharrem Şahîn ji bo muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Hemû serlêdanên parêzeran ên heta niha hatine kirin bi hincetên "rewşa nebaş a hewayê", "xerabûna keştiyê", "tamîrkirina keştiyê" û "rewşa awarte" nehatin qebûlkirin. Parêzeran herî dawî 27'ê Tîrmeha 2011'an Abdullah Ocalan dîtibûn. Parêzerên ku ev 761 car in serî lêdanê dikin, lê dikin nakin destûrê nagirên.