'Em ê her dem wekheviyê biparêzin'
- 09:19 6 Mijdar 2018
- Rojane
Ferîde Zade
ŞEHBA - Cîgira Serokatiya Partiya Pêşeroja Sûriyeyê Ehlem Xidiro diyar kir ku ew li ser esasên wekheviyê û demokrasiyê polîtikaya xwe dimeşînin û got ku ew ji bo mafên her gelî têdikoşin û li dijî dagirkeriyê xwe bi rêxistin dikin.
Derbarê rêxistinbûyina jinê û pêşketina civakî Cîgira Serokatiya Partiya Pêşeroja Sûriyeyê Ehlem Xidiro bi lêv kir ku ji dema ku ava bûne heta niha ew her dem di nava tevgerek xurt de ne û got:"Em dixwazin jin û civak ji aliyê birdoziyê, siyasetê û rêxistinbûyinê pêş bikevin. Em ê her dem wekheviyê biparêzin û li ser vê esasê bigihêjin armanca xwe."
'Em mafê hemû gelan diparêzin'
Ehlemê da zanîn ku ew cudatiyê naxin nav gelan û wiha got:"Li Reqqa, Dêrazor, Hesekê, Tebqa, Qamişlo, Heleb, Minbic, Şehba, Efrînê şaxên me hene. Em hewl didin ku li her bajarî xwe bi rêxistin bikin û di warê demokrasî, azadî, wekhevî, pêşketinên civakî de, xebatên berfirehtir bikin. Beşên cuda yên wekî rêxistinî, jin, ciwan, hene û em bi van beşan ji bo hêviya pêşketinên nû hewl didin. Ji ber ku jin û ciwan cihekî wan ê taybet heye bêtir em dixwazin ku jin û ciwan xwe bi rêxistin bikin. Ji bo vê yekê jî hewldanek me ya cuda heye."
'Em ê her dem wekheviyê biparêzin'
Ehlamê da xuyakirin ku gelên ku li Sûriyeyê jiyane gelek zehmetî kişandine û ew ji bo ev zehmetîna bi dawî bibe têdikoşin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Hemû gelên ku li Sûriyeyê dijîn bi hemû cureyên tundiyê rû bi rû man. Ji bo ev yek bi dawî bibe û ji bo jiyanek azad û aram em têdikoşin. Em ji bo mafên hemû gelan biparêzin û li dijî dagirkeriyê hemû kesî bi rêxistin bikin em dixebitin. Em dixwazin jin û civak ji aliyê birdoziyê, siyasetê û rêxistinbûyinê pêş bikevin. Em ê her dem wekheviyê biparêzin û li ser vê esasê bigihêjin armanca xwe."