Jinan bertek nîşanî nîqaşên nefeqê dan

  • 09:07 6 Mijdar 2018
  • Rojane
Safiye Alagaş
 
STENBOL - Jinan derbarê sererastkina nefeqeyê de axivîn û gotin: “Ev alava zextê ya derûnî ya li ser jinan e. Nefeqeyê kêm jî bikin zêde jî bikin jin wê di her rewşê de li dijî şîdetê dest ji mêran berdin. Ger bi rastî bixwazin wê dest jê berdin.”
Jinan der barê pêşnûmeya sererastkirina nefeqeyê de nêrînên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ev qanûn bê jî wê destberdan pêk bên.
 
‘Mêr jinê, dewlet jî mêr mexdûr dike’
 
Jina bi navê Sonay Korkmaz destnîşan kir ku divê nefeqe bê dayîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jin 5 salan 10 salan zewicî ma û dest ji mêr berda. Wê demê divê her her tişt ji mêr bigire. nefeqa ji bo jinan tê dayîn hîna jin nikare bixwe debara xwe bike tê birîn. Ji ber vê heta jin bixwe debara xwe neke divê nefeqe bê dayîn.Pirsgirêkên cidî yên pergalê der barê jin û mêran de heye. Divê bi her du aliyan be fikirîn. Mêr jinê mexdûr dike, dewlet jî mêr.”
 
‘Zexta derûnî ye’
 
Denîz Demîrtaş jî bi lêv kir ku divê bi tu awayî nefeqe neyê birîn û ev tişt vegot: “Azadiya aboriya hemû jinan tune ye. Jinên ku aboriya wan qet tune hene. Jinên qet neçûne dibistanê hene. Jinên karê wan tune ye hene. Ji ber vê 150 TL ji bo wan wek derman e. Kêm be jî wan rehet dike. Divê dawî li nîqaşên nefeqeyê bê anîn. Li gorî min ev cureyekî şîdetê ya li ser jinê ye. Xeta zextê ya mezin e. Zexta derûnî ye.”
 
‘Ji bo destberdanê zehmet bikin wisa dikin’
 
Ayla Koştur jî daxuyakirin ku di rewşa jin nexebite û hewcedariya wê hebe de nefeqe ji bo jinan bê dayîn û wiha got: “Divê nefeqe neyê rakirin. Hatina mêr baş be divê bide. Çima dixwazin raikin? Sedem çi ye? Ji bo destberdanê zehmet bikin wisa dikin. Dixwazin jin her tim derdê mêr bikşînin.”
 
Ayşe Guner jî bertek nîşan da û diyar kir ku heta jin ji nû ve nezewicin divê nefeqe bê dayîn.