Jêderka şaristaniyê ya di bin êrîşên dewleta tirk de
- 09:01 6 Mijdar 2018
- Rojane
Rûken Goman
DÊRIK - Jêderka şaristaniyê, Gundê Endîwerê yê girêdayî Dêrika Rojavayê Kurdistanê di bin êrîşên dewleta tirk de li berxwe dide.
Gundê Endîwerê yê girêdayî Dêrika Rojavayê Kurdistanê ji gelek şaristaniyan re malovantî kiriye û xwediyê dîrokek kevnar e. Lê mixabin niha li dijî êrîşên dewleta tirk ên dijwar li berxwe dide. Jinên ku Endîwerê wekî buhuştek li ser rûyê cîhanê pênase dikin dibêjin ku ew tevî hemû êrîşan li berxwe didin û ji gundê xwe dernakevin.
'Li vir xweza û germahiyek xweş heye'
Jina bi navê Sedîqa Xelîl a 75 salî diyar kir ku ew gelek ji gundê xwe hez dike û wiha got:"Dema mirov tê Gundê Endîwerê bêhna wan fireh dibe. Li vir xweza û germahiyek xweş heye. Parvekirinek ji dil heye. Zarokatiya min li vî gundî derbas bû. Xeyal û xewnên min ên herî xweş li vir pêk hat. Ez heta vî temenê xwe her dixebitim û li ser piyên xwe disekinim. Ez serê sibehê zû radibim û hewaya gundê xwe ya paqij dikişînim hundurê xwe. Lê mixabin ji ber êrîşên dewleta tirk ên dijwar û hovane em bê hizûr dibin. Dewleta dagirker a ku hizûra me xirab dike ew ê teqez têk biçe. Ya ku ew ê bi ser bikeve dê em û xwezaya me ya xweş be."
'Di bin êrîşan de em jiyana xwe didomînin'
Her wiha Meryem Ebdullah a 80 salî jî da zanîn ku çi dibe bila bibe ew dev ji gundê xwe bernadin û wiha got:"Dewleta tirk dest xistin ser erdê me ye çandiyê û hîn jî êrîşên wan ên li dijî Kurdan didome. Yên ku nêzî erdê xwe dibin guleyan li wan dibarînin. Di bin van êrîşan de em jiyana xwe didomînin. Lê em ji guleyên wan natirsin. Em li vir bi hêviyek mezin têkoşîna jiyanê didin. Xweza û jiyana li vir ez bi malê dinyayê nadim. Gundê me wekî bihuştek li ser rûyê cîhanê ye. Ez ê heta dawî li gundê xwe xwedî derkevim û telsîmî dagirkeran nekim."