Li Şehbayê daxuyanî hat dayin
- 16:55 5 Mijdar 2018
- Rojane
ŞEHBA - Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser Kobanê û Grê Spî Yekîtiya Jinên Azad a Şehbayê li Navçeya Kever Nayeyê daxuyanî da.
Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser Kobanê û Grê Spî Yekîtiya Jinên Azad a Şehbayê li Navçeya Kever Nayeyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Hemû Endamên Yekîtiya Jina Azad a Kantona Şehbayê amade bûn.Daxuyanî ji aliyê Endama Mala Jinê ya Navçeya Tel Rifetê Wele Hushus li pêşiya mala jinê hat xwendin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Ev nêzî hefteyekê ye Dewleta Tirk ya dagirker êrîşî Girê Sipî û Kobanê dike her wiha di encama êrîşên hovana de gelek sivîl birîndar bûn û zarokek bi temenê 7 salî jiyana xwe ji dest da û bû qurbanê êrîşên Dewleta Tirk a dagirker. Ev gef û destdirêjiyên Erdogan û siyaseta ku li Efrînê pêk aniye, îro bi heman awayê piştî ku hemleya tunekirina DAIŞ'ê li Dêrezorê li gundê Hejînê ber bi dawiyê ve diçû pêk hat. Êrîşî Kobanê kir û xwest ku bi riya wan êrîşan hemleya tunekirina Terorê li Dêrezorê bisekinîne, ji ber ku dewleta tirk naxwaze DAIŞ'ê li ser rûyê erdê were tunekirin. Ev gefên ku Erdogan piştî civîna Astanayê ku ji aliyê Tirkiyê, Rûsya, Almanya û Fransayê pêk hat, bêtir bû. Her wiha ev civîn jî wê komploya Navdewletî berdewam bike. Ji bo Rêveberiya Xweser li Bakûrê Sûriyê tune bikin."
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Em wekî Yekîtiya Jinên Azad li Kantona Şehbayê êrîş û dest dirêjiya Dewleta Tirk ya dagirker a li ser gelê kurd bi tundî şermezar dikin û bang li tevahî Rêxistinên mafê Mirovan,Dewletên Navnetewî yên Demokrat dikin ku êdî dawiyê li bêdengiya xwe bînin û li hemberî êrîş û gefên ku li ser xaka Bakûrê Sûriyê tên kirin bisekinin."
Daxuyanî bi dirûşmên "Bê Serok Jiyan Nabe", "Jin Jiyan Azadî", "Bijî berxwedana gelan" bi dawî bû.