Li Şehbayê Navenda Yekîtiya Êzidiyan vebû
- 16:20 5 Mijdar 2018
- Rojane
Ferîde Zade
ŞEHBA - Li Şehbayê Navenda Yekîtiya Êzidiyan vebû. Rêveberiya Yekîtiya Jinên Êzidî ya Navçeya Tel Rifetê ya Kantona Şehbayê Henen Nasro di derbarê vekirina Mala Êzidiyan a li Navçeyê Şehbayê got:"Tevî hemû zehmetiyan em teslîm nebûn û em têkoşîna xwe didomînin."
Li Navçeya Tel Rihefta Şehbayê Navenda Yekîtiya Êzidiyan vebû. Rêveberiya Yekîtiya Jinên Êzidî ya Navçeya Tel Rifetê ya Kantona Şehbayê Henen Nasro di derbarê vekirina Mala Êzidiyan a li Navçeyê Şehbayê got:"Em wekî jinên Kurd tu carî serî li dijî zordestiyê natewînin û em ê her li berxwe bidin. Ji bo rêxistinbûyinê û pêşketina xebatan Navenda Yekîtiya Jinên Êzidî gelek girîng e."
Henenê diyar kir ku jinên Êzidî bi zehmetiyên mezin rû bi rû hatin hiştin lê wan serî netewandin û wiha domand:"Dewleta tirk xwest ku îradeya gelan bişkîne lê negihaşt armanca xwe. Ji bo Êzidî xwe û dîroka xwe nas bikin ev navend gavek girîng e. Li vir dê perwerde bê dayin. Êzidî heta dawî dê xwedî li çand, ol û dîroka xwe derkeve. Banga min ji hemû Êzidiyan ew e ku bibin yek û bi hevre li dijî hovîtiya dagirkeran têbikoşin."