Nivîskar Meryem Qazî jiyana xwe ji dest da
- 15:50 5 Mijdar 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jina romanûs ya ji Rojhilatê Kurdistanê Meryem Qazî bi sedema nexweşiyê koça dawî kir.
Îro serê sibehê jina romanûs a ji Mahabada Rojhilatê Kurdistanê Merhem Qazî ji ber nexweşiyê koça dawî kir.
Meryem Qazî ji bilî nivîsa çîrok û romanan, rexnegirek edebî bû û di warê çalakiyên mafên jinan li Mahabadê de her tim di nava hewildanan de bû.
Beriya demekê Meryem Qazî bi hewildanên xwe karîbû jina bi navê Helale Mihemed ji cezayê darvekirinê rizgar bike. Helale bi tohmeta kuştina zilamekî cezayê darvekirinê girtibû, lê ji saya hewldanên Meryem cezayê darvekirinê hatibû betalkirin.
Meryem Qazî di sala 1963’an de li Mahabad ê ji dayîk bû. Di sala 1987’an de dest bi karê nivîsînê kir. Piştî komkujiya Helebceyê çîroka bi navê ‘Perjîn’ li ser komkujiyê nivîsî û di govara Sirwede belav kir.
2 berhemên Meryem Qazî yên bi navê “Hatina jor qedexe ye” û “ Zînde be gor” hatine çapkirin û belav kirin. Romana “ Jiyanim xoş dewê ” li ber çap kirinê ye. Herwiha berhemekî din jî yê Qutbedîn Sadiq ku wergêraye zimanê Kurdî jî li ber çapkirinê ye.
Çend salek jî rêvebiriya Encûmena Edebî ya Mahabadê kiri ye. Li gelek govar û rojnameyên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de nivîsên wê hatine weşandin.
Tê payîn cenazeyê Meryem Qazî ji aliyê kesukarên wê û hevalên wê yên nivîskar ve wêjehez ve li Goristana Hunermendan a Mahabadê were definkirin.