Li Şengalê civîn pêk hat

  • 12:22 5 Mijdar 2018
  • Rojane
Nesrîn Hisen / Nûpelda Têkoşîn
 
ŞENGAL - Li Şengalê rêxistinen siyasî û saziyên ku li Şengalê cih digirin bi Meclîsa Rêveberiya Xweser a Şengal û Tevgera  Azadiya Jinên Êzîdî re  li Serdeştê hevdîtin pêk anîn. 
 
Li Şengalê rêxistinen siyasî û saziyên ku li Şengalê cih digirin bi Meclîsa Rêveberiya Xweser a Şengal û Tevgera  Azadiya Jinên Êzîdî re  li Serdeştê hevdîtin pêk anîn. Di civînê de hat gotin ku gelê Şengalê qeymeqamê bi navê Mhema Xelîl qebûl nake. Jinên Şengalê têkildarî mijarê de axivîn û gotin:"Em naxwazin qeymeqamê kesên ku di êrîşên DAÎŞ'ê me tenê hiştin tayin bibe."
 
Şemê Remo wiha axivî:"Kesên ku îxanet li me kir em qeymeqamê wan naxwazin. Em ê xwe bi xwe bi rê ve bibin. Em dikarin vê yekê bikin. Baweriya me ya li dijî îxanetkaran nemaye. Em destûrê nadin kesên ku tenê berjewendiya xwe difikirin me bi rê ve bibin. Kesên ku tenê berjewendiya xwe difikire bila me bi rê ve nebin."
 
'Em ê heta dawiyê li berxwe bidin'
 
Kinê Xidir wiha got:"Kesên ku xiyanet bi me kir em wan qebûl nakin. Em hêvî dikin ku bi vê civînê rêxistinbûyina me xurtir bibe. Em ê heta dawî ji bo parastina axa xwe li berxwe bidin û nehêlin ên ku alîkariyê didin dagirkeran nig bavêje ser axa me."
 
'Em dixwazin xwe bi rê ve bibin'
 
Xoxê  Cindo jî wiha hestên xwe anî ziman:"Em dixwazin xwe bi rê ve bibin. Pêdiviya me ji kesên ku tenê berjewendiyên xwe difikirin tune ye. Em naxwazin qeymeqamê kesên ku di êrîşên DAÎŞ'ê me tenê hiştin tayin bibe. Ji bo serkeftin û parastina axa xwe em ê her dem di nava têkoşînê de bin."