Zarokên Efrînê: Erdogan xeyalên me dizî
- 12:03 5 Mijdar 2018
- Rojane
Lîlav Elî
ŞEHBA - Zarokên Efrînê yên ku li Şehbayê bi cih bûne diyar kirin ku ew dixwazin êdî şer biqede û gotin ku ew dixwazin vegerin ser axa xwe.
Zarokên Efrînê yên ku li Şehbayê bi cih bûne û hestên xwe bi xêzkirina wêneyan tînin ziman gotin ku ew dixwazin bi awayekî azad lîstikên xwe bilîzin û dagirkerî bi dawî bibe.
Zaroka bi navê Fatmê Muhemed Îsa got:"Ez dixwazim bi awayekî azad wêneyên xwe xêz bikim û dixwazim Efrîn ji dagirkeran rizgar bibe."
'Em dixwazin em vegerin ser axa xwe'
Muhemmed Ehmed diyar kir ku wî gelekî bêriya Efrînê kiriye û got:"Xeyalên me yên Erdogan ji me dizî em li ser wêneyan xêz dikin. Em dixwazin em vegerin ser axa xwe.
Zaroka bi navê Şîlan Ico û Emîne Welo jî diyar kirin ku ew bûne şahidê êrîşên dewleta tirk û qetilkirina zarokan û ew naxwazin zarok bên qetilkirin û dixwazin zarok her berxwtewar bin.
'Ez gelekî ji Efrînê hez dikim'
Her wiha Emîne Welo got:" Ez gelekî ji Efrînê hez dikim. Erdogan zarokên Efrînê ji axa wan dûr xist û xeyalên me dizî. Em dixwazin hestên xwe li ser qaxizê xêz bikin û ev şer bi dawî bibe."
'Em dixwazin Efrîn azad bibe'
Ji aliyê din de jî Zaroka bi navê Muhemed Rodî Muse wiha got:" Ez zarokê Efrînê me, Erdogan axa me dagir kir. Em tu carî wî û alîgirê wî efû nakin. Em dixwazin Efrîn azad bibe û em vegerin ser axa xwe."