'Em ê heta dawî şopdare doza xwe ya azadiyê bin'
- 11:49 5 Mijdar 2018
- Rojane
Berçem Cûdî
GIRÊ SPÎ - Bi hezaran şêniyên herêma Firatê li Kantona Girê Spî, li dijî êrîşên artêşa tirk ên li ser Kobanê û Girê Spî meş li dar xistin. Jinên ku beşdarî meşê bûne diyar kirin ku ew ê heta dawiyê li dijî êrîşan têkoşîna xwe bidomînin.
Êrîşên dewleta tirk ên li dijî Rojavayê Kurdistanê didomin. Bi hezaran şêniyên herêma Firatê li Kantona Girê Spî, li dijî êrîşên artêşa tirk ên li ser Kobanê û Girê Spî meş li dar xistin. Jinên ku beşdarî meşê bûn gotin:"Em tiştekî ji hêza xwe winda nakin.
'Wê Erdogan hesab bide'
Lêmun Şêx Ehmed ku bi xwe ji Girê Spî ye wiha got: "Em ê nehêlin dewleta tirk axa me dagir bike. Wê Erdogan hesabê kuştina zarokan bide."
'Axa şehîdan kes nikare dagir bike'
Oxîmenê Efo ku ji bajarê Kobanê ye wiha got: "Erdogan bi van kiryaran zirarê dide hemû cîhanê. Loma divê hemû cîhan lidijî kiryarên hovane û qirêj ên Erdogan rabin ser piyan."
'Ji bo kêmasiya xwe veşêrin êrîşî Rojava dikin'
Endama rêveberiya navçeya Şêranê ya Kantona Kobanê MajîdeHesun destnîşan kir ku lîstokên dewleta Tirk hemû eşkere ne û wiha domand: "Dewleta Tirk ber bi têkçûnê ve diçe. Ji bo kêmasiya xwe veşêrin êrîşî Rojava dikin. Her wiha Erdogan bi van êrîşan dixwaze rewşa Efrînê û Îdlibê ji rojevê derbixe. Lê bila ew baş zanibin ku ew ê nikaribin planên xwe yên qirêj pêk bînin."
'Serkeftin ya me ye'
Di heman demê de jî Zîlan Kobanê wiha got: "Em ê heta dawiyê ji bo axa xwe li berxwe bidin. Em tiştekî ji hêza xwe winda nakin. Bila ew baş bizanibin ku ew ê têk biçin û di nava rûpelên dîrokê yê tarî de winda bibin. Serkeftin ya me ye. Em ê heta dawî şopdare doza xwe ya azadiyê bin."