Jinên Efrînê: Li dijî faşîzmê em serî natewînin
- 09:35 5 Mijdar 2018
- Rojane
ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku li Şehbayê bi cih bûn anîn ziman ku têkoşîna wan a li dijî zordestiyê her ku diçe zêdetir dibe û wiha gotin:"Li dijî faşîzmê em serî natewînin."
Êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê didome. Jinên Efrînê yên ku li Şehbayê bi cih bûne bertek nîşanî êrîşên dewleta tirk da û gotin:"Heta em hebin em ê li dijî faşîzm û dagirkeriya dewleta tirk bisekinin û serî netewînin."
'Dê dagirker nikaribin bigihêjin armanca xwe'
Jina bi navê Fîdan Abdurahman Hebîb diyar kir ku ew tu carî dev ji têkoşîna li dijî dagirkeriyê û faşîzmê bernade û wiha got:"Dewleta tirk axa me dagir kir û niha em li Şehbayê bi cih bûn. Dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê dixwazin gelê Kurd qir bikin lê ew ê nikaribin. Dê dagirker nikaribin bigihêjin armanca xwe. Em li ba gelê Kobanê û Girî Spîne. Em ê hemû bi hêzek hevpar li dijî zordestan bisekinin."
'Em ê jî têkoşîna xwe bidomînin'
Fula Ehmed Oso jî da zanîn ku ji ber ew serî natewînin dewleta tirk êrîşî wan dike û wiha got:"Ji dîrokê heta niha gelê Kurd tu carî serî netewandiye loma êrîşî me dikin. Em ê jî têkoşîna xwe bidomînin. Heta dilopa xwîna me ya dawiyê em li dû doza xwe bin. Em wekî jinên Efrînê tevî hemû zor û zehmetiyan li ser piyên xwe disekinin da ku dewleta tirk û çeteyên wê negihêjin armancên xwe. Hêvî û têkoşîna me her dem dê zindî bimîne."
'Li dijî faşîzmê em serî natewînin'
Her wiha jina bi navê Ferîde Brahîm jî wiha got:"Heta ku zihniyeta dagirkeriyê têk biçe em ê li berxwe bidin. Bila dewleta tirk û çeteyên wê nebijin qey ew bikaribin bi hêsanî plan û lîstikên xwe yên qirêj ê li ser gelê Kurd pêk bînin. Heta em hebin em ê li dijî faşîzm û dagirkeriya dewleta tirk bisekinin û serî netewînin. Li dijî faşîzmê em serî natewînin."