Li Minbicê mîhrîcana jinê dest pê kir

  • 09:17 5 Mijdar 2018
  • Rojane
MINBIC - Li Minbicê ji aliyê desteya çand û hunerê bi dirûşma "taybetmendiyên jiyanê û bedewbûna wê" mîhrîcana jinê dest pê kir. 
 
Li Minbicê ji aliyê desteya çand û hunerê bi dirûşma "taybetmendiyên jiyanê û bedewbûna wê" mîhrîcana jinê dest pê kir. Mîhrîcana ku li Dibistana Sînayeya ya Minbicê dest pê kir û gelek kes beşdar bû dê 3 rojî bidome. Mîhrîcan bi deqeyek rêzgirtin a ji bo têkoşerên azadiyê dest pê kir. Piştre Endama Dîwana Meclîsa Zagonsaz Ezab Ebûd axivî û got:"Ji bo pêşketina civakê û jiyanek azad mîhrîcanên bi vî rengî û beşdarbûna gel girîng e. Em ê ji bo pêşketina jinê û civakê her di nava tevgerê de bin."
 
Her wiha di mîhrîcanê de şanoya li ser zewaca di temenê biçûk de hat lîstin û helbest hat xwendin. Piştre jina bi navê Xade Casim çîroka xwe vegot û  stran ji aliyê komên muzikê ve hatin gotin.