Ji girtiyê siyasî re hezar û 500 TL cezayê xwarina nayê dayîn hat birîn!

  • 09:05 5 Mijdar 2018
  • Rojane
Zeynep Durgut
 
COLEMÊRG - Rêveberiya girtîgeha Gîresûnê ji girtiyê bi navê Îbrahîm Kan re cezayê pereyê “Heqê xwarinê” birî. Malbata Îbrahîm bertek nîşanî vê biryarê da û gotin ku ew ê pere nedin. 
 
Di sala 1934'an de "Qanûna bi hejmar 2548'an a Heqê Xwarin û Xercên Mehkûman" hat derxistin. Ji ber vê qanûnê girtîgehê "heqê îaşeyê" bi navê xwe yê dîtir "heqê xwarinê" ji girtiyan dihat xwestin. Di çarçoveya vê qanûnê de ji girtiyê bi navê Îbrahîm Kan jî yê ku li girtîgeha Gîresunê ya tîpa E’yê de dimîne jî hezar û 500 TL  “Heqê xwarinê” hat xwestin û ceza lê hat birîn. Malbata Îbrahîm bertek nîşanî vê helwesta rêvberiya girtîgehê da û got ku hikûmet bi vê qanûnê dixwaze malbatên kurd neçar bike. 
 
‘Em vê qebûl nakîn û wî pereyî nadîn’ 
 
Hevjîna Îbrahîm, Gûzel Kan anî ziman ku rêverberiyên girtîgehan berdewamiya hişmendiya Esat Oktay Yildiran e û wiha axivî;” Hevjînê min 3 sal e di girtîgehê de ye. Sirgûnî girtîgeha Gîresûnê hatiye kirin. Ji ber ku rewşa me ya aborî nebaşe ez nikarim biçim hevdîtinê. Ji her ku hevjînê min hatiye girtin heta niha ez neçûme hevdîtinê. Ji xwe em nikarîn ji vir heta Gîresûnê biçîn. Keçek min astengdar e û ez bi zehmetî li wê dinêrim. Ji ber ku debara me tune ye, parêzerê Îbrahîm tune ye. Di salên 90’î de çi pêkanîn li ser girtiyan hebûn, niha hîn zêdetirin. Hem digrin, hem jî bi keyfî cezayan didin. Ji Îbrahîm re Hezar û 500 TL cezayê heqê xwarinê hatiye birin. Ji girtîgehê li me geriyan û gotin pereyê xwarinê divê hûn bidin. Girtîgeh ji danîna xwarina girtîyan berpirsyare. Bi kîjan aqlî ve rêveberiya girtîgehê ev ceza biriye? Em vê qebûl nakîn û wî pereyî nadîn. Keça min nexweşe pere tune ye ku  ez keça xwe  bibim derman bikim, Ez ê çawa dewletê dewlemd bikim? ”
 
‘Dixwazin ku bi maddî û manevî  malbatên kurd neçar bihêlin’
 
Gûzelê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku dewlet dixwaze maddî manevî malbatên kurd neçar bike û wiha berdewam kir;” Ev qanûn di salên 90’î de hebûn. Di kîjan qanûnan de “Heqê xwarinê” dê ji girtiyan bê birîn nivîsandiye? Dewlet hem dîl digre hem jî pereyê xwarinê dixwaze, gelo ev rewa ye? Dixwaze maddî û manevî  malbatên kurd neçar bihêlin.Di girtîgehan de xwarinê jî nadin girtiyan, pereyê kîjan xwarinê dixwazin?  Hevjînê min bê suc hate girtin û niha jî li gel wî dixwazin malbatê ji aliyê aborî ve neçar bikin. Ger ku em nedin dê girtîgeh der barê me de doza îcrayê veke. Em vê zilmê û zordariyê qebûl nakin.”