'Kobbana berxwedeêr wê êrîşan têk bibe'

  • 09:02 5 Mijdar 2018
  • Rojane
Viyan Said-Delîla Axîn
 
ŞENGAL - Jinên Şengalê êrîşên li ser Kobanê hatin kirin şermezar kirin bertek nîşanî êrîşên dewleta tirk de anîn ziman.  Gelê Şengalê diyar dikin ku dagirker çibikin bila bikin lê nikarin ku îradeya me bişkînin.
 
Di salvegera 1'ê Mijdarê  Roja Kobanê ya Cîhanê de dewleta tirk xwe li dij serkeftina  Kobanê ranegirt û xwest îrada gel bişkînine. Lê Berxwedana ku li Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ ê hat meşadin cîhan hejand û 1ê Mijdarê roja cîhanê a Kobanê nîşane ya vê ye. Jinên Şengalê ku bertek nîşanî êrîşên dewleta tirk a xwe li heberî serkeftina Kobanê negrit di roja wê ya cîhanê de êrîş kir dan diyar kirin ku dagirker çi dikin bila bikin wê nikaribin îradeya wan bişikînin.
 
Jina bi navê  Meyan Naisir ya ku bertek nîşanî êrîşên dewleta titk ên li ser Kobanê da wiha got:" Me weke gelê Şengalê hêz ji berxwedana Kobanê girt.  Di sala 2014 an de berxwedana ku gelê Kobanê û Şervanên azadiyê li dijî DAÎŞ'ê dan dane meşandin bu hêviya serkaftinê ji bo hemû gelan. Dewlata tirk a ku xwest di vê rojê de êrîş bike xwest ku gel bê bawerî bihêle . Çewa ku şervanên azadiyê û gelê me li beramberî çeteyên DAÎŞ'ê  li ber xwedan û Kobanê bi ser kaft wê li hemberî êrîşên  dewlata tir jî li berxwe bide û wê bi ser bikeve."
 
'Divê em li berxwedana Kobanê xwedî derkevin'
 
 Di dewamiya gotinên xwede Meyan Nasir got ku berxwedana Kobanê ji hemû gelan bû mînaka serkaftinê, pêwîste em li Kobanê xwedî derkevin û wiha dawî li axaftina xwe anî: " Delata Tirk ne tenê êrîşan dibe ser Kobanê, êrşî Şengalê, Efrînê, qendîlê her wihe herêma Başurê Kuridstanê dike wek dîn û hara her der daye ber xwe. Dema ku heqasî dewlet êrîş dike tê wateya ku bê hêz dimîna nikara li beramberî îradeya gel li berxwe bide."
 
Meyan Nasir di dawiya gotinên xwede wihe dibêje: " Em weke gelê Êzidî bi taybetî jî jin em bi gelê xwe ya Kobanê re ne em ticarî ji êrîşên dewlata Tirk ya dagirkar rabê deng namînin û emê hertim bi yek dest û dilî li berxwe bidn."
 
'Em heta dawiyê piştgirên rojavyê Kurdistanê ne'
 
Her weha jina ciwan a bi navê Şirîva Silêman jî derbarê êrîşên li ser Kobanê û piştgiriya kurdên êzidî ya bi gelê Kobanê re nêrînên xwe anî ziamn ev tişt got: " Di serî de ez êrîşên dewleta tirk a dagirkar li Kobanê şermezar dikim. Kobanê warê berxwedanê ye wê ticarî dagirkar di xeyalên xwe yên dagirkariyê bi ser nekevin. Em jî weke jinên êzidî heya dawî bi gelê xwe yê Kobanê re ne. Çawa di fermana 3'yê Tabaxa 2014 an de gelê rojavayê Kurdistanê bi êzidiyan re bû alîkar em jî hertim bi gelê xwe yê Rojava re ne."
 
Herwiha Endamê rêveberiya meclisa gel ya Gundê Borikê Emîn Yosif jî êrîşên li ser Kobanê şermezar kirin û diyar kir ku berxwedana Kobanê ya li dijî çetayên DAÎŞ'ê  hemû cîhan pê serbilind bû. Bi saya lehangên weke Şehîd Arîn Mîrkan û Şehîdên Azadiyê, bexwedana gelê kurd a  Kobanê bi serket. Çewa em  bi gelê Efrînê re bûn yek em ê heya dawî bi gelê Kobanê re jî rebin. Dewlata Tirk çi dike bila bike nikare me ji hevdu qut bike.