Li Şûna keyayên ji peywirê hatin dûrxistin cerdevan hatin tayînkirin
- 17:06 4 Mijdar 2018
- Rojane
MÊRDÎN – Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu di 15'ê Cotmehê de li 103 gund û 156 taxan bi giştî 259 keya ji peywirê girtin û li şûna wan qayûm tayîn kirin. Herwiha li şûna hin Keyayan jî wekî qeyûm cerdevan hatin tayînkirin.
Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu di 15'ê Cotmehê de li 103 gund û 156 taxan bi giştî 259 keya ji peywirê girtin. Wezareta Karên Hundir di daxuyaniya ku derbarê mijarê de da diyar kir ku keyayên ji peywirê hatine girtin ji ber ku 'têkilya wan bi rêxistinên terorê re hene û li dijî ewlehiya netewetiya dewletê û Lijneya Ewlehiya Neteweyî xebat meşandine' ji peywirê hatine girtin. Keyaya piştî ji peywira xwe hatin dûrxisitn şûna wan qayim hate tayîn kirin.
Ji 53 gundên navçeya Şemrexa Mêrdînê yek jî gundê Çemê Reşan e. Li gundê Çemêreşan li şûna keyayê ku ji peywirê hat girtin wekî qeyûm cerdevan hat tayînkirin.
Ji aliyê din ve jî 9 gundên Dêrîka Çiyayî Mazî yên ku keyayên wan ji peywira xwe hatibûn dûrxistin li şûna wan eza yên keyayan wek qayim hatin tayînkirin. Ji van 9 gundên ku keyayê wan ji peywirê hatin girtin yek jê jî gundê talbeşê ku cara yekê keyayeke jin a bi navê Nebajat Durmza lê hatibû hilbijartin e. Li şûna nebahatê jî qeyûm hat tayînkirin.